Agahî ji Hevserokê hatiye girtin nîne

Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Wanê Ahmet Aygun ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye, ev 5 hefte ne agahî jê nayê girtin.

Hevserokê DBP'ê yê Wanê Ahmet Aygun, meha Nîsanê hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin.

Aygun ev 7 meh in girtî ye. Diviyabû roja Şemiyê malbatê û Aygun bi rêya telefonê karîbûna bi hev re biaxivin, lê belê ji ber ku pêşî li vê hate girtin, malbatê serî li rêveberiya girtîgehê da.

Rêveberiya girtîgehê jî ji malbatê re got ku Aygun ne li Girtîgeha Tîpa F a Wanê ye û tiştekî din negot.

Ji malbatê re nayê gotin bê Aygun bi ku ve birine.