Agahî ji girtiyên di greva birçîbûnê de ne nayê girtin!

Li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, greva birçîbûnê ya girtiyên jin kete roja 28'an. Li ser rewşa tenduristiya girtiyan ti agahî nayê girtin.

Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê ket roja 28'an. Li qewîşa C-4 greva birçîbûnê ya bê dem dewam dike. Li qewîşa D-6 jî ji bo destekkirina vê grevê, greva birçîbûnê ya 4 rojan carekê bi dorvegerî tê kirin. Ji ber ku girtî şertê nasnameyê qebûl nakin, hevdîtin li wan hatiye qedexekirin. Malbatan gelek caran serî li dozgeriya girtîgehê dan, lê serlêdanên wan bê encam man.

Li girtîgehê li ser girtiyan tê ferzkirin ku kincê ji rengekî li xwe bikin, di dema jimartinê de mîna leşkeriyê bikevin yek rêzê û nasnameya ji bo girtîgehê hatiye derxistin bi xwe re bigerînin. Girtiyên ku ev pêkanÎn qebûl nekirin, di 1'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin.

Girtî ji mafên xwe yên nivîsandin û wergirtina nameyan, axaftina bi telefonê, derketina hevdîtinê û rûniştina bi parêzeran re bê par ên hiştin. Girtiyan beriya niha dabûn xuyakirin ku berxwedana wan a li dijî van kiryarên rûmet şikandinê wê bidome.

Ji girtiyan Fethiye Ok ji 15'ê Mijdarê û vir ve di hucreyekê de tê hiştin. Malbatên ku nekarî zarokên xwe bibînin anîn ziman ku li qewîşa D-6'an greva birçîbûnê ya Dersim Konak, Gamze Daş, Elîf Çelîk, Çîgdem Kiliç û Gîzem Yamaç dewam dike.