Agahî ji gerîlaya YJA Starê Bûlût nayê stendin

Gerîlaya YJA Starê Şengul Bûlût dîl tê girtin. 8 roj in agahî ji Bûlût nayê stendin. Bavê wê Abdûlhalik Bûlût serî li ÎHD’ê da û got: “Em niha nizanin ku sax e yan birîndar e, em bi fikar in.”

Wezareta Parastinê ya Tirk 5’ê Tebaxê dîmenê gerîlaya YJA Starê Şengul Bûlût ku bi birîndarî tê girtin, parve kiribû. 8 roj in agahî ji gerîlaya YJA Starê nayê girtin. Wezaretê ji hesabê xwe yê medyaya dîjîtal eşkere kir ku 2 gerîla di şerê li Başûrê Kurdistanê de şehîd bûn û Şengul Bûlût (Marya Ûmût) jî bi birîndarî tê girtin. Bavê gerîlaya YJA Starê Şengul Bûlût, Abdûlhalik Bûlût ragihand ku roja dîmen hatin parvekirin, nimareyeke biyanî li wî geriyaye û jê pirs kiriye ku agahî ji keça wî heye, yan na. Abdûlhalik Bûlût diyar kir ku ti agahî ji keça xwe negirtine û telefon hat girtin. Bûlût got ku piştre li heman hejmarê geriyaye xwestiye agahiyan derbarê keça xwe werbigire. Bûlût anî ziman ku jê hat ragihandin ku keça wî bi birîndarî hatiye girtin û lê jê re nehatiye gotin ku li ku derê ye.

SERLÊDANA LI ÎHD’Ê

Bûlût ku ji medyaya dîjîtal zanî keça wî bi birîndar hatiye girtin, heman rojê serî li Serdozgeriya Amedê daye. Tevî vê yekê jî têkildarî aqûbeta keça xwe ti agahî nestendiye. Bavê Bûlût 11’ê Tebaxê bi daxwaza alîkariya hiqûqî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daye.

‘HEFTEYEK E MIN AGAHÎ NESTENDIYE’

Bûlût destnîşan kir ku 9 sal in agahî ji keça xwe wernagire û got: “Ez dizanim ku di sala 2013’an de çûbû. 9 salan me ti agahî ji wê negirt, piştî 9 salan di 5’ê Tebaxê de me ji dîmenê ku Wezareta Parastinê ya Milî li ser hesabê twîtterê parve kirî û televîzyonê agahî girt. Dihat gotin ku ji 3 kesan du kesan jiyana xwe ji dest dane, kesek jî birîndar e. Agahiyên derbarê kesê birîndar, me ji hesaba twîtterê ya dewletê dît. Piştî ku me nav û paşnavê wê dît, me fêm kir ku keça me ye. Me serî li Serdozgeriya Komara Amedê û Komeleya Mafên Mirovan da. Hema bibêje ev bû hefteyek, lê me ti agahî negirtiye.”

‘EZ DIXWAZIM AQÛBETA KEÇA XWE BIZANIM’

Bûlût ku ji jiyana keça xwe bi fikar e, ev tişt got: “Em ti agahiyê jê nagirin, em nizanin li ku derê tê tedawîkirin, li ku derê tê girtin, wê li ku derê bê darizandin em nizanin. Em li kîjan derî bixin, dozger û rayedar agahî nadin. Weke bav û malbatekê em gelek mexdûr in, ez dixwazim aqûbeta keça xwe bizanim. Em nizanin ku sax e yan birîndar e, em bi fikar in.”