Afirînera destana berxwedanê ya li Girê Hakkarî: Azê Erdal

Şehîd Azê Erdal ku li dijî êrîşên dewleta Tirk heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya, bi sekna xwe ya jin a azad, bi hevrêtiya xwe ya ji dil dîrokeke berxwedanê ya destanî li pey xwe hişt.

Rêber Apo dibêje her cografya xwedî ruh û nasnameyeke xweser e. Herêma Şirnexê jî xwedî karakterekî şoreşger e. Heta niha bi hezaran leheng ji Şirnexê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûn. Kurdistan Sîdar (Azê Erdal) jî yek ji wan lehengan bû. Ji nava malbateke welatparêz a Botanî û dilsozê nirxên azadiyê, di sala 1994'an de li Geliyê Qiyametê yê Etrûşê ji dayik bû.

Malbata wê ji ber zextên dewleta Tirk neçar ma koçî Başûrê Kurdistanê bike. Kurdistan Sîdar jî ji ber vê yekê li Mexmûrê mezin bû, bi çanda Kurdîtî û welatparêziyê mezin bû. Lewma hîn di temenê biçûk de Tevgera Azadiyê nas kir. Ji bo peydakirina nasnameya xwe berê xwe da fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Kurdistan Sîdar ku haya xwe ji êrîşên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê Kurd hebû, armanca xwe ya herî mezin vegera li Botanê û jiyanek li ser koka xwe bû. Li ser vê bingehê di temenê ciwantiyê de tevlî nava karên partiyê bû, di sala 2012'an de şehadeta gerîla bandor lê kir û ji bo karibe berpirsyariyên xwe bi cih bîne heman salê berê xwe da çiyayên azad. Ew êdî bû Azê Erdal ku li dijî dijminê ku xaka wê dagir kiriye şer dikir.

Azê Erdal li nava refên gerîla li herêma Garê tevlî perwerdeya destpêkê bû. Di pêvajoya perwerdeyê de bi baweriya ji xwe, bingeha pratîkeke serketî afirand. Heta sala 2015'an bi giranî li herêmên Garê û Zapê kar kir. Di nava kar de û li her qada ku lê ma bi kesayetiya xwe ya cewherî û kedkar bû gerîlayeke YJA Star a mînak ji hevrêyên xwe re. Di sala 2015'an de tevlî perwerdeya îdeolojîk û leşkerî ya li Akademiya Hakî Karer, perwerde bi rengekî serketî qedand û derbasî herêma Heftanînê bû.

PÊŞENGÎ JI PÊNGAVA CENGA XABÛRÊ RE KIR

Gerîla Azê 5 salên herî bi tecrûbe yên jiyana xwe ya şoreşgerî li Heftanînê derbas kir û ti astengî û zehmetî nas nekir. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ên ku sala 2020'î li herêma Heftanînê da destpêkirin, li refên herî pêş şer kir. Tevî hevrêyên xwe Esmer, Zelal, Amara û Cûdî pêşengî ji Pêngava Cenga Xabûrê re kir. Tank, top, leşker û balafirên dijmin nekarîn Azê û hevrêyên wê bisekinînin. Ji ber vê yekê wê rojê bi van gotinan nîşan da ku ti carî teslîmiyetê qebûl nake: "Dijmin bi teknolojiya xwe piştrast e, lê em bi çiyayên xwe piştrast in. Lewma ew nikarin li van çiyayan bimînin. Ev çiya çiyayên Kurdistanê ne. Yên ku ji vir biçin em nînin, dijmin e ku xaka me dagir kiriye." Azê wezîfeya xwe ya li vê derê bêkêmasî bi cih anî û ji ber derbên giran li dijmin xist serbilind bû.

Gerîla Azê piştî pratîka 5 salan a dirêj û zehmet, di sala 2021'ê de li Akademiya Hakî Karer tevlî perwerdeyê bû, piştî ku perwerde temam kir li dijî êrîşên dijmin derbasî herêma Metînayê bû ku berxwedaneke destanî lê dihate meşandin. Şahidî ji berxwedana dîrokî ya li girê Zendûrayê kir, li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî tevlî gelek karên serketî bû. Di her kêliya pêvajoya şerê giran de kedeke mezin da, carna bi bêrê tevlî karê çêkirina tunelên şer bû, carna jî bi çekê li dijî dijminê dagirker şer kir. Ji bo hêjayî berxwedana hevrêyên xwe yên şehîd bibe hewl da. Bi tevlîbûna xwe ya çalak ji hevrêyên li dora xwe re bû çavkaniya hêz û moralê.

KURDISTAN WÊ JI DAGIRKERAN RE NEMÎNE

Di 25'ê Gulana 2022'an de êdî derbasî qonaxeke nû bû. Di vê qonaxê de berê herî giran kete ser milê fermandar Nûrî, berxwedêr Amara, lehengê Kobanê Siyabend û xwedawend Azê Erdal. Gelek caran bi hev re birçî man, bi hev re cemidîn, bi hev re barên giran hilgirtin, bi girên Girê Hakkarî rapelikîn, lê belê ti carî nesekinîn, teslîmî zor û zehmetiyan nebûn. Mardîn û Roza, Serhed û Rojhat, Çekdar û Azê ji bo tunelên şer ava bikin kedeke mezin dan. Şert û mercên herî giran, kêfxweşiya herî bedew bi hev re jiyan. Pariyek nan, av bi hev re parve kirin. Heta dawî bûn hevrêyên hev ên rasteqîn. Taybetmendiya wan a şoreşgeriya Apoyî jî bicihanîna soza dabûn hev bû. Ji ber vê yekê heta dawiyê li dijî dagirkeriyê şer kirin.

Artêşa Tirk a dagirker ku sûcên şer dike, li Girê Hakkarî careke din bi çekên kîmyewî êrîş kir. Li hemberî êrîşên dijmin, Azê tevî fermandar Nûrî Yekta û Amara Amed bi biryardariyeke mezin têkoşiya, da ser şopa şehîd Sara, Bêrîtan û Zîlan. Li dijî dijmin heta nefesa xwe ya dawî şer kir û tevî hevrêyên xwe Nûrî Yekta û Amara AMed tevlî karwanê nemiran bû. Şehîd Azê Erdal wê her tim bi sekna xwe ya jin a azad, bi hevrêtiya xwe ya ji dil bê bîranîn. Dîrokeke berxwedana destanî li pey xwe hişt