A101 û BÎM ji Colemêrgê kêm bûn!

Ji ber marketên BÎM û A101 ku sermaye û malên wan ji derve tên, esnafên biçûk nema dikarin kar bikin.

Li Colemêrg û navçeyên wê, esnafên ji ber şer tengav bûne, bi marketên BÎM û A101 re hatin ber îflasê.

Cotkarî û sewalkarî jî li ber tinebûnê ye. Bi sedan deşt, zozan û çêrgeh li gel hatine qedexekirin. Gelek gundiyan ji neçarî dest ji sewalkarî û çandiniyê berdan. Bi qedexekirina bazirganiya ser sînor re bi hezaran kes bê kar man. Esnafên ku tevî van hemû zor û zehmetiyan hewl dan karê xwe bidomînin, derbeke din ji marketên mezin xwarin. Marketên weke BÎM û A101, di nava 6 mehên dawî de zêde bûn. Sermaye û malên van marketan ji derve tên, qezenca wan jî ji derve re diçe.

Bi dehan esnafên biçûk ji neçarî derabeyên xwe daxistin. Welê li hin esnafan hat ku nekarî kira dikana xwe, mûçeyê karkerên dixebitînin û sîgortaya wan bidin. Bi sedan esnafên kredî ji bankayan standin, ji ber ku nekarî bidin îcra bi ser wan ve hat.

Esnafên Colemêrgê dibêjin, ev marketên ku bi ti awayî bi kêrî bajar û mirovên Colemêrgê nayên, tenê zerarê didin Colemêrgê. Esnafan bang li şêniyên Colemêrgê jî kirin ku neçin van marketan û tiştekî ji wan nekirin.