Ûzûn: Em ê Depê bikin bexçeyê çandê

Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Depê Sever Ûzûn bal kişand ser bandora giran a polîtîkayên şer ên dewletê ya li ser Depê û diyar kir, wê navçeyê bikin bexçeyê çandê.

Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Navçeya Depê ya Xarpêtê Sever Ûzûn, ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm re li navçeyê zerareke mezin bûye. Ûzûn destnîşan kir, wê şaredariya hatiye desteserkirin ji nû ve radestî gel bikin.

Ûzûn anî ziman, ji ber polîtîkayên ewlekarî û asîmîlasyonê yên dewletê li navçeya Depê nasnameya Elewîtî û Kirmanckî kêm bûye, Sûnî lê zêde bûye û destnîşan kir, ji bilî projeyên vala qeyûm tiştek li navçeyê nekiriye. Ûzûn diyar kir, rêyên gundan jî nehatine çêkirin û got, bi zanebûn xizmetê nabin ji gundên Elewiyan re.

Ûzûn ragihand, dema ku wan şaredarî wergirtin wê karê destpêkê çêkirina rêyên gundan be û got, "Dema ku me dest bi wezîfeyê kir, em ê şaredariyê bi gelê xwe re bi rê ve bibin. Em ê projeyên xwe li ser daxwaza gel amade bikin. Em ê navendên çandê vekin û bikin ku çand û bawerî hemû bi rengekî azad bi pêş ve biçin.

Em ê cemxane û kreşan vekin. Li navenda navçeyê otoparkên qat bi qat çêbikin ku mirov karibin bi hêsanî wesayitên xwe park bikin... Em ê meclîsên taxan ava bikin ku gel karibe daxwazên xwe li wan meclîsan bîne ziman. Em çi bikin em ê bi destûra gel bikin."

Ûzûn destnîşan kir, wê Depê ji atmosfera aloz û tengazar derxînin, bikin bexçeyekî çandê û diyar kir, wê gelê Depê bersiva herî mezin îro bide rejîma qeyûm. Ûzûn got, "Gel ji me gelek tiştan hêvî dike, em jî ji gelê xwe hêvî dikin ku xwedî li sindoqan û dengê xwe derkevin."