Ûysal: Hiqûqa li Îmraliyê hiqûqa êşkenceyê ye

Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Ûysal got, hiqûqa li Îmraliyê hiqûqa êşkenceyê ye û diyar kir, rewş li Îmraliyê timî awarte ye.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve parêzer, ji Îlona 2016'an û vir ve jî malbat nikarin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin. Parêzera Ocalan Newroz Ûysal li ser tecrîdê axivî.

'DIXWAZIN CIVAKÊ HÎNÎ TECRÎDÊ BIKIN'

Ûysal bi bîr xist ku bi salan e agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û got, tecrîda bi vî rengî li devereke din a dinyayê nehatiye dîtin. Ûysal diyar kir, hiqûqa li Îmraliyê hiqûqa êşkenceyê ye û got, "Tecrîda 18 salan piştî 15'ê Tîrmehê vegeriya êşkenceyê. Girtîgeha Îmraliyê 18 sal e di Rewşa Awarte de ye û her tim ev rêbaza êşkenceyê li Îmraliyê hiqûq binpê kiriye. Bi biryaran û bi binpêkirina hiqûqê re dixwazin tecrîdê rewa bikin û civakê hînî tecrîdê bikin."

'TECRÎD KONSEPTA ŞER E'

Ûysal anî ziman ku şidandina tecrîda li Îmraliyê di heman demê de konsepta şer e û wiha bi mijarê daket, "Israra di tecrîdkirina Ocalan de beşekî şerê qirêj ê dewletê yê li dijî gel û tevgera azadiyê ya Kurdistanê ye. Hikumet ji ramanên Ocalan ditirse. Dema ramanên Birêz Ocalan dikeve dewrê, Tirkiye demokratîk dibe, Rojhilata Navîn aram dibe û li her derê welat ramanên Ocalan tên nîqaşkirin. Ji ber ku dewlet vê rastiyê dibîne tecrîdê giran dike û serî li rêbazên cuda yên şer dide. Bi vê armancê qanûnan diguherîne û dixwaze rêbaza tecrîd û êşkenceyê rewa bike."

'DEMA MIJAR ÎMRALI BE HIQÛQ DIXITIME'

Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Ûysal diyar kir, bi şidandina tecrîdê re dewlet dixwaze daxwazên rewa yên Kurdan têk bibe, zerarê bide Rêbertiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û got, "Dewlet hemû polîtîkayên xwe li dijî nirxê civakê û îradeya gelên Kurdistanê dimeşîne. Ji bo vê jî hemû serlêdanên me bi hincetên cuda asteng dikin. Her hefte em ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Li gel serlêdanên me yên li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, mixabin ev sazî bi helwesta xwe tecrîdê qebûl dike. Dema ku mijar dibe Îmrali hiqûqa navneteweyî jî dixitime û ev jî tê wateya hevkariya êşkenceya li Tirkiyeyê. Ev tecrîd ne tenê li Tirkiyeyê pêk tê. Dema ku mirov bi awayekî kûr lê binêre, tê dîtin ku tecrîd li seranserê dinyayê û navneteweyî pêk tê. Ev yek jî bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derkete holê."