Ûgûr Kaymaz hate bîranîn

Ûgûr Kaymaz ê ku ji aliyê polîsan ve bi 13 guleyan hîn 12 salî bû 21’ê Mijdara 2014’an li Qosera Mêrdînê ku hatibû qetilkirin û bavê wî Ahmet Kaymaz li ser gora xwe hatin bibîranîn.

Ûgûr Kaymaz ê 12 salî ku 21’ê Mijdara 2014’an li ber mala wan a li navçeya Qosera Mêrdînê di encama gulebarana polîsan de 13 gule li bedena wî ketî û 16 sal li ser qetilkirina babê wî Ahmet Kaymaz re derbas bû. Ûgûr û bavê xwe di salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hatin bîranîn. Bi dayîk Makbûle Kaymaz re Parlementera HDP a Mêrdînê Pero Dundar, rêveberên rêxistina partiyê yên navçe û bajar tevlî bîranînê bûn. Kesên ku li derdora goristanê dijîn û zarokên qasî Ûgûr jî tevlî bîranînê bûn.

Bîranînê bi rêzgirtina ji bo bîranîna zarokên hatîn kuştin û kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre Hevserokê Bajêr ê HDP’a Mêrdînê Salih Kûday axivî.

Kûday diyar kir ku piştî qetilkirina Ûgûr Kaymaz û bavê wî gelek zarok bi guleyên polîsên Tirkiyeyê hatine kuştin û got, “Ger ku qatilên Ûgûr û Ehmet hatibûna cezakirin; Îro Kemal Kûrkût û hevalên wan ên din, Ceylan û zarokên din dibe ku nemiriban. Em li ber bîranîna Ûgûr û Ahmet bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

Parlementera HDP’ê Pero Dundar jî di axaftinên xwe de anî ziman ku Ûgûr Kaymaz bi zarokên Kurd ên din ku hatîn kuştin re bûne sembola azadiyê.

Dundar wiha got: “Îro yên hatin vir navê Ûgûr Kaymaz bilêv dikin, dibêjin ku qatîl bê ceza tê hiştin. Lê dema ew li ser kar bûn Ûgûr hate kuştin. Jibîrkirina Ûgûr û Ceylan îxanet e.”

Piştî daxuyaniyê bîranîn bi xwendina diayan bi dawî bû.