Ûçar: Divê dewlet gavên cihê baweriyê biavêje
Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku divê dewlet piştî banga Rêber Apo berpirsyariyên xwe bi cih bîne, nexşerêyekê tavilê amade bike û gavên cihê baweriyê biavêje.
Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku divê dewlet piştî banga Rêber Apo berpirsyariyên xwe bi cih bîne, nexşerêyekê tavilê amade bike û gavên cihê baweriyê biavêje.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku meseleya Kurd êdî ji zemîna Rojhilata Navîn derbasî asta navneteweyî bûye û destnîşan kir ku banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd her wiha ji bo bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn û çareseriyê, hewldaneke. Ûçar anî ziman ku bi vî rengî pozîsyona kom û dewletên dûrî nirxên siyasî û mirovî bûye cihê nîqaşê û got, gava herî xurt a damezrîneriya nû û demokratîk e.
DEWLET Û DESTHILATDARÎ DIVÊ NEXŞERÊYEKÊ AMADE BIKIN
Ûçar ragihand ku hêzên demokratîk û Kurd di demokratîkbûnê de bi rola sereke radibin, civaka demokratîk û jiyana aştiyane temînata jiyana bi hev re ye û got, "Sed sal in li hemberî înkar û asîmîlasyonê li ber xwe didin. Zanin ku sedsaleke duyemîn bi van polîtîkayan dewam nake û şert û merc hatine guhertin. Di çarçoveya neteweya demokratîk de bi rêxistinî û modelekê tevdigerin, vê yekê ji bo gelan jî pêşniyar dikin. Vê yekê weke rêya rizgariya ji vê kaosê dibînin. Tevgera Azadiyê ya Kurd jî bi hemû pêkhateyên xwe ragihand ku ew li pişt vê bangê ne û jê re amade ne. Di vê çarçoveyê de li benda gavên pratîkî yên cihê baweriyê ne. Divê meyl, tercîh û pratîk li gorî hev bin, ev yek şertê xwezayî yê vî karî ye. Divê dewlet û desthilatdarî beyan bikin, bê wê çawa mejî û pratîkên ku çavkaniya pirsgirêkê ne beralî bikin. Ji bo vê divê nexşerêyekê amade bikin. Divê gavên hiqûqî û siyasî yên pratîkî biavêjin û gel jî bikin esasê vê hewldanê. Di rewşeke berevajî de li cihekî ku bawerî lê nîne avêtina gavê wê nepêkan be, wê kes jê bawer neke. Bi vî rengî wê firsendek ji dest biçe. Divê bi berpirsyarî rabin. Divê hêzê bidin gavên nû û têne payin."
BAZARÎ LI SER MAFÊN HIQÛQÎ Û MIROVÎ NAYÊ KIRIN
Ûçar destnîşan kir ku mafên hiqûqî û mirovî nabe ku bibin mijara bazariyê û got, "Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û civakê bi temamî bi jehrê dike. 'Mafê hêviyê' hem mirovî ye hem jî mafekî gerdûnî ye ku bi peymanên navneteweyî hatiye misogerkirin. Bi gotina 'Ez welatekî serbixwe me' tu nikare vê yekê bi rengekî kêfî binpê bike. Ji xwe Konseya Ewropayê dem daye Tirkiyeyê ku di vê mijarê de sererastkirinên qanûnî bike. Lewma mafekî gerdûnî bêyî bibe mijareke bazarî û şantajê divê bi cih bê anîn. Wê tiştekî nebaş be ku ev yek bibe mijara bazariyê. Ji xwe eger ev bibe wê were fêhmkirin ku ji pêvajoyê tiştek nehatiye fêhmkirin, ti nêteke wan nîne. Beşeke mezin a civakê haya xwe ji vê yekê heye. Ya ku divê bê kirin ew e ku 'Mafê hêviyê' tavilê bi cih bê anîn, azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bê pêkanîn. Eger ev bibe wê her tişt li ber çavên civakê bibe, civak tevlî bibe û pirsgirêk jî tavilê bê çareserkirin. Bêyî ku civak û atmosfer bê jehrîkirin divê gavên pratîkî tavilê bêne avêtin."