Ûçar: Civak li benda betalkirinê ye

Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar diyar kir, ku Dadgeha Destûra Bingehîn bi betalkirina 'qanûna înfazê ya nû' re dikare pêşî li guhertineke nû veke.

Desteya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn tespît kir ku di serlêdana CHP'ê de kêmasî nîne û biryar da, qanûna înfazê ya nû ji esasê ve binirxîne.

Biryara li ser rawestandina bicihanîna qanûnê jî piştî ku ji aliyê esasê ve hate nirxandin wê bê wergirtin.

Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku bendewariya wan ew e; qanûna ku pîvanên dewleta hiqûqê û wekheviyê binpê dike, qanûna ku cihêkariyê dike bê betalkirin.

Ûçar anî ziman ku biryareke bi vî rengî wê pêşî li nirxandina qanûnê li gorî pîvanên hiqûqî yên gerdûnî veke û got, "Mixabin mirovên ji ber nêrîna xwe hatine girtin, parêzer, siyasetmedar, rojnamevan, akademîsyen hîn jî ji ber vê rewşa Qanûna Têkoşîna dijî Terorê hîn girtî ne. Em dibêjin feraseta dewletekê ku welatîbûna wekhev, azadîparêz û demokratîk lê serdest e êdî ji bo Tirkiyeyê pêwîst e."

Serokê Baroyê Ûçar destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de di serî de Destûra Bingehîn, Qanûna Têkoşîna dijî Terorê û qanûnên din hemû yên têkildar divê tavilê li gorî lihevkirina civakî bên guhertin û got, "Lewma Dadgeha Destûra Bingehîn divê vê qanûna newekhev û cihêkar betal bike. Piştre jî qanûneke nû ya înfazê ku cihêkarî tê de nîne û partiyên li meclîsê hemû li ser li hev bikin bê amadekirin. Bendewariya civakê jî di vê çarçoveyê de ye."