Şoreşger û têkoşerê azadiya xak û niştîmana xwe: Mezlûm Cûdî

Mîlad Qubadî yê ji Kamyaranê, li dijî pergala dagirkeriyê li pey naskirina jiyaneke nû dikeve. Jiyaneke ji ya pergalê cudatir, tenê di nava PKK'ê de dibîne.

Mîlad Qubadî bi navê rêxistinî Mezlûm Cûdî, sala 1994’an li gundê Şahînê yê bajarê Kamyaranê li nava malbateke welatparêz çavên xwe li dinê vedike. Pergala dagirkerî ya Îranê ji lêgerînên Mîlad re nabe bersiv û ji ber wê jî Mîlad li pey naskirina jiyaneke nû dikeve. Jiyaneke cudatir ji pergalê tenê di nav PKK’ê û felsefeya jiyana PKK’ê de dibîne, ku ji partiyên din cudatir li ber pergala sermayedarî radibe û ji bo xelkê hejar û bindest dibe bersiv.

Mîlad li ser vê jiyanê lêkolînan dike û hebûna xwe û tişta ku lê digere di nava vê jiyanê de peyda dike. Jiyana şoreşgerî, jiyana ku Mîlad lê digeriya û ew êdî naxwaze bi şêwazekî asayî bijî; dixwaze bibe şoreşgerek ku ji bo xak û niştîmana xwe têdikoşe. Mîlad sala 2012’an tevlê nava rêzên têkoşîna azadiyê dibe. Di nav rêzên têkoşînê de Mîlad navê xwe dike Mezlûm Cûdî û di wê rêyê de hewl dide ku bibe Mezlûm Dogan û bi şêwazekî canfedayî xwe fedayê şoreşê dike. Gerîla Mezlûm bi qasî 8 salan di nava refên gerîla de xwe bi hizr û ramanê Apoyî gurcûpêç dike, barê rêxistinê datîne ser milê xwe û bi şêwazekî herî baş erkên xwe bicîh tîne. Mezlûm 19’ê Tebaxa 2020’an li Heftenînê li dijî dewleta Tirk a faşîst şer dike ku di encamê de birîndar dibe. Mezlûm vê yekê ji bo xwe qebûl nake ku bi fîşeka dijminê xak û gelê wî şehîd bibe û ji bo vê jî çeka xwe radike û bi dirûşmeya 'Bijî Serok Apo' tevlê karwanê nemirên azadiyê dibe.

'JIYANA GERÎLA JIYANEKE KU DI ALIYÊ EXLAQÎ Û MIROVÎ DE BÊHEMPA YE'

Gerîla Mezlûm Cûdî piştî tevlêbûna nav refên gerîla bi vî rengî behsa jiyana xwe ya gerîlayî kiribû; "Dema ez tevlî nava refên gerîla bûm, dema min li jiyana gerîlayî temaşe dikir her tişt ji min re nû dihat. Tişta ku min di nava civakê de dîtibû û jiya bûm ji tiştên ku heval dijîn bi rastî jî pir cuda bû. Jiyana gerîla jiyaneke ku di aliyê exlaqî û mirovî de bêhemPa ye. Hevaltiya ku di nava gerîla de heye mîna wê li ti dera cîhanê nayê dîtin. Hevaltiyeke bê hesab e ku amade ne di ber hev de canê xwe feda bikin. Bi hev re têkoşînê bihêztir bikin û bi hevre serketinê tomar bikin. Jiyaneke takekesî tune ye. Ev yek bû sedem ku ji bo naskirina têkoşînê hewl bidim û xwe di nava têkoşînê de bi cih bikim."

'HATINA DIJMIN A HEFTENÎNÊ WEK DESTPÊKIRINA FÎNALA ŞKANDINA DEWLETA TIRK DIBÎNIN'

Gerîla Mezlûm di dema operasyona Heftanînê de behsa operasyon û lewaziya dewleta Tirk a dagirker dike û dibêje; “Ev pêvajoye, pêvajoyeke dirêj e, bi salane ku em bi mebesta azadiya gel û welatê xwe li dijî dewleta Tirk a dagirker û dewletên din şer dikin û ev têkoşîn berdewam dike. Di roja me ya îro de jî diyare tecrîdeke girankirî li ser Rêbertî heye. Di hemû aliyan de bi ser gelê me êrişên dijwar heye, di heman demê de êrişa dagirkerî li ser qadên gerîla jî birêve diçe. Ev yek eşkere ye ku ev êrişên dewleta Tirk a dagirker ne ji ber bihêziya wê, berevajî di encama bê hêziya wan e. Dewleta Tirk ber bi rûxînê ye, ji ber vê jî tengav bûye û êrişî hêzên gerîla dike. Dewleta Tirk a dagirker dizane ku eger di wan êrişan de bi ser nekeve wê têki biçe. Ji ber vê jî hemû derfetên xwe xistiye meriyetê da ku bigihîje encamê.

Niha jî li dijî Heftanînê dest bi operasyonekê kiriye. Em jî li bendê bûn ku dijmin bê da ku li dijî wê şer bikin û têk bişkînin. Êdî em dixwazin ku wî şerî bi serketinê bi encam bikin. Em hatina dijmin a ji bo Heftanînê weke destpêkirina fînala şkandina dewleta Tirk dibînin. Em jî ji bo vê yekê amade ne ku biçin û li dijî dijmin bibin asteng û li wê derê dewleta Tirk a dagirker têk bibin.”

“RÊYA ÇARESERÎ Û SERKETINA AZADIYA HEMÛ GELAN BI TAYBETÎ GELÊ KURD PKK YE”

Gerîla Mezlûm wek gerîlayeke azadiya Kurdistanê di salroja damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê bi vî rengî qala avabûna partiya xwe dike: “Dema ku Rêber Apo bi hevrêyên xwe dest bi avakirina partiyê kir, şert û mercên wê demê pir zehmet bû. Êrişa Tirkê faşîst a li ser gelan û bi taybetî gelê Kurd di astekî hovane de bû. Di şert û merceke wiha de tevî nebûna derfetên madî û rêxistinî, lê baweriya bi serketin û guhertina jiyan û avakirina jiyaneke nû ewqasê bihêz bû ku bû sedemê serxistina vê têkoşînê û avabûna partiyê. Dijmin bi hemû hewldanên xwe xwest ku tevgera me di nava civakê de xirab nîşan bide, lê ji ber ku bingeha tevgera me tevgereke sosyalîstî bû û li dijî faşîzm û dagirkeriyê serî hildabû û xwedî hizr û bîrdoziyeke bihêz a civakî û jiyanî bû, ew hewldanên dijmin vala derxist. Heta niha jî êrişên dijmin li ser tevgera me bi şêweyekî dijwar didome û tim dibêje ku di nava hewldana tesfiyekirina partiya me de ye, lê îro em dibînin ku tevgera me ne tenê li Kurdistanê belku li hemû Rojhilata Navîn rehê xwe berdaye û berfirehtir bûye. Îro pêşengiya şoreş û azadiya gelan dike. Li ser vê bingehê em dikarin bijên ku rêya çareserî û serketina azadiya hemû gelan bi taybetî gelê Kurd PKK ye. Bêyî PKK azadî û yeksanî nîne.”

“JI BO JIYANA BI RÊBERTIYEKE AZAD BERÊ XWE BIDIN JIYANEKE AZAD”

Gerîla Mezlûm di dawiya axaftina xwe de bal kişande ser armanc jiyana gerîlayî û dibêje, “Armanca me ewe ku tişta ku Rêber Apo di paradîgmaya xwe de behsa wê dike, wate em di demokrasî, azadiya jin, azadî û wekheviya gelan de xwe kûr bikin û li ser vê bingehê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo ku jiyaneke wiha ava bibe û ew şer, kuştin û dagirkerî bi dawî bibe, ji bo jiyankirina bi Rêbertiyeke azad bera xwe bidin jiyaneke azad. Ji bo wê yekê em gerîlayên azadiya Kurdistanê heya gihîştina armancên me ku destpêkê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya Kurd û Kurdistanê ye, heya dilopa dawî ya xwîna xwe emê têkoşîna xwe bidomînin.”