Şoreş Dîrî: AKP-MHP wê li Colemêrgê di bin bendê de bimîne

Hevserokê HDP'ê yê navçeya Geverê Şoreş Dîrî got, mîna ku wê sibe hilbijartin bibe, amadekariyan dikin û destnîşan kir ku di hilbijartinên 2023'an de wê AKP-MHP'ê li Colemêrgê di binê bendê de bihêlin.

Hevserokê HDP'ê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê Şoreş Dîrî ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku mîna wê sibe hilbijartin pêk were ew dixebitin, zû yan jî di dema xwe de were kirin jî ew ji niha ve ji hilbijartinê re amade ne.

Şoreş Dîrî got, "Ji bo 260 sindoqên hilbijartinê yên li navçeya me, hevalên me nêzî 2 meh in dixebitin. Li ber her sindoqê wê herî kêm du hevalên me wezîfedar bin, em bi vî rengî amadekariyê dikin. Me ji sedî 80'ê yê vî karî qedand. Em mijara ewlekariya sindoqê cidî dibînin û em ê xwedî li dengê gelê xwe derkevin. Bi taybetî em li bendê ne ku ciwan bêne avahiya navçeyê û ji bo wezîfedariya li ber sindoqên hilbijartinê qeyda xwe çêbikin."

'EM LI NAVA MALAN DIGERIN'

Şoreş Dîrî diyar kir ku li Geverê bi giştî 77 hezar hilbijêr hene û wiha dewam kir, "Piraniya hilbijêran li navenda bajêr dimînin, lê belê li 100 gund û gundikên ser bi van gundan gelek hilbijêr hene. Şert û mercên demsalê zehmetiyê bide me jî heta niha em li nava tax û malan digerin, em hewl didin xwe bigihînin her kesî. Tevî vê yekê em medya dîjîtal jî êdî bi kar tînin."

'EM Ê WAN TÊK BIBIN'

Şoreş Dîrî anî ziman, desthilatdariya ku bi doz, kuştina jinan, talankirina xwezayê, xweranegirtina li Kurdan û Kurdî û siyaseta tecrîdê dixwaze encamê bi dest bixe, wê di hilbijartinên 2023'an de bi rengekî mezin têk biçe.

Şoreş Dîrî got, "Gumana me nîne. Weke xelkê Colemêrgê di hilbijartinên 2023'an de em ê hevkariya AKP-MHP'ê li Colemêrgê di binê bendê de bihêlin. Armanca me ew e ku ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê bêhtir dengan bi dest bixin, hersê namzetên xwe bi dengê herî bilind bişînin Meclîsê. Weke ku tê zanîn di hilblijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an de wekîlekî me bi fenan hatibû dizîn. Em amadekariya xwe ya ji bo vê hilbijartinê jî bi ders û encamên ji hilbijartinên 2018'an wergirtî, dimeşînin."