Şopdara rêya Bêrîtanan: Bêrîtan Sine

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi îradeyeke ji pola li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk radibin. Yek ji wan gerîlayan jî Nîlufer Xalidiyan (Bêrîtan Sine) bû.

Li bajarê Sine ya xwînavî cotek çavên kesk ji cîhanê re vebûn. Çavên kesk û rûyê xweşik ê zaroka mîna kulîlka nîlûfer bûn, lewma navê wê kirin Nîlûfer Xalidiyan. Nîlûfer di malbateke welatparêz de mezin bû û her ku mezin bû rû bi rûyê dagirkeriyê hat, di heman demê de çand û exlaqê gelê Rojhilat nas kir. Pergala rêveberiyê ya Îranê çiqasê bixwaze gelê Kurd di çanda Farisî de bihelîne, lê gelê Rojhilat wê bi parastina çand û exlaqê Kurdî zarokên xwe perwerde bike, wan fêrî çanda biyanî neke û weke parêzvanên Kurd bimîne. Nîlûfer bi vê çandê her tim di Kurdbûna xwe de israr kir û ti carî destûr neda ku dagirker destê xwe dirêjî çanda wê ya hundirîn bike û wê tune bike.

Nîlûfer ji bo ku bibe parêzvana hertimî ya ax û azadiya welat û gelê xwe, di sala 2017'an de ji bo şopandina rêya Bêrîtanan û xwîna bajarê xwe yê xwînavî li erdê nehêle, tevlî nava refên gerîla bû. Bêrîtan çand û karakterê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Qendîlê baştir nas dike û ji bo azadiya Rêber Apo, gel û axa xwe soz dide ku bi hemû ruh û giyana xwe ji bo şoreşa azadiyê feda bike. Asta fedakariya hevaltiya PKK'ê bandorek mezin li ser kesayeta Bêrîtan kir. Bêrîtan zanibû, ku yek ji stûnên PKK'ê hevaltî ye; ji bo vê jî bi dil û can tevlî vê hevaltiyê bû û ji hevalên xwe re bû hevalekî dilovan û fedakar.

XWE SPART HEVALÊN XWE Û ÇIYAYÊN KURDISTANÊ

Di sala 2018’an de Bêrîtan berê xwe da çiyayên Zagros û Qada Zapê. Bedewiya xwezayê û çiyayên bilind ên Zagrosan hîseke taybet di hundirê wê de ava dike. Bêrîtan zanibû ku çiya gerîlayan diparêze û gerîla jî çiyayên Kurdistanê ji êrîşên dagirkeran diparêze. Gerîla bê çiya û çiya bê gerîlla nabe. Ji bo vê jî Bêrîtan bû parêzvana çiyayên bedew ên Zagrosê û li wan xwedî derket. Li hemberî êrîşên dagirkeran ên li ser çiyayên Kurdistanê, mîna keleha pola li ber xwe da û nehişt ku dagirker çiyayên azad ên Kurdistanê dagir bikin. Li hevaltiya hevrêyên xwe mîna çiyayekî dinêrî û her tim xwe spart hevalên xwe û çiyayên Kurdistanê.

DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI WÊREKIYA JI POLA YA BÊRÎTAN Û HEVRÊYÊN WÊ RAST HAT

Bêrîtan bi vê baweriyê xwe di çand û exlaqa leşkerî de kûr kir û her tim li hember dagirkeran kîn û nefreta xwe zêdetir kir û israra xwe ya ji bo azadiya Kurdistanê xurtir kir. Di salên 2021 û 2022’an de beşdarî pêngava Bazên Zagrosê dibe û li gel hevalên xwe bi hêrseke mezin li dijî dewleta Tirk a dagirker û faşîst şer dike. Artêşa Tirk a dagirker di meha Tîrmehê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Şoreşgerên Kurd operasyonek dabû destpêkirin. Lê dewleta Tirk a dagirker bi cesareta pola ya Bêrîtan û hevrêyên wê re rû bi rû ma û ev wêrekiya polayî dewleta Tirk a dagirker tengav kir. Dewleta Tirk a faşîst nizanibû ku ev cesareta pola û têkoşîna bêhempa bi ti çek û artêşê nayê şikandin. Ji ber ku hevrê Bêrîtan û hevrêyên xwe bi biryar bûn ku dijmin tine bikin.

Piştî mehek û neh roj berxwedan û şerekî bê hempa, di 2’ê Gulana 2022’an de hevrê Bêrîtan û çar hevrêyên din piştî berxwedaneke bêhempa li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û gazên jehrî, tevlî karwanê şehîdên Kurdistanê bûn. Hê jî cesaret û îradeya hevrê Bêrîtan û hevrêyên wê di dilê hemû gerîlayan de bi hêztir dibe. Gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker û her cure teknîk û çekên kîmyewî şer dikin û derbên giran li dagirkeran dixin û nahêlin ku xwîna Bêrîtan û hemû cangoriyên azadiyê yên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, li erdê bimîne û tola hemû şehîdan ji dagirkeran distînin.

Nav û Paşnav: Nîlûfer Xalidiyan
Nasnav: Bêrîtan Sine
Cih û dîroka jidayikbûnê: 2000 Sine
Cih û dîroka tevlêbûnê: 2017 Merîwan
Cihê şehadetê: Zap