Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Şivan Gever: Ji bo Kurdistana Azad em ê heta dawiyê têbikoşin!

Ji Fermandariya Biryargeha Herêmên Parastinê yên Medyayê Şivan Gever got, "Ev şer çiqasî dewam bike jî ji bo parastina nirxên gelê Kurd û avakirina Kurdistana azad, em ê heta dawiyê li dijî faşîzm û dagirkeriyê têbikoşin."

Endamê Fermandariya Biryargeha Herêmên Parastinê yên Medyayê Şivan Gever li ser êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê ji ANF'ê re axivî.

Şivan Gever destnîşan kir ku li herêmê artêşa Tirk hemû hêza xwe ya teknîkî li dijî gerîla bikar tîne û diyar kir artêşa tirk bi çekên kîmyewî êriş dibe ser gerîla.

Fermandar Şivan Gever wiha dest bi axaftina xwe kir; "Ji xwe di destpêka salê ve li ser tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgereke zêde ya balafiran hebû. Ji destpêka salê heya ku vê tevgerê destpê kir li ser esmanên herêmê tevgera balafirên keşfê ranewestiya ye. Bi taybetî jî li ser herêma Zapê tevgerek zêde hebû. Her roj devereke Zapê dihat bombekirin. Bêguman rêxistina me jî dizanî ku wê artêş û dewleta Tirk bi nêzbûna 100 saliya peymana Lozanê bikeve nav hewldanên dagirkerî û qirkirinê. Yanî Artêşa Tirk ji wê demê ve di nava amadekariyên hewla dagirkeriyê de bûn. Piştre artêşa Tirk a dagirker di 14-15-16’ê meha Nîsanê de li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgereke berfireh a hewayî da destpêkirin. Bi dehan balafirên êrişê û yên keşfê, bi obusan, bi tankan, bi sedan carî heta hezaran caran Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kir. Pir zelal bû ku ev yek, destpêka tevgereke nû ya dagirkeriyê bû. Navenda vê tevgera dagirkeriyê jî herêma Zapê bû."

'BERXWEDANA GERÎLA PLANÊN ARTÊŞA TIRK ÊN DAGIRKERIYÊ DA SEKINANDIN'

Gever diyar kir, ku gerîlayan bi berxwedana xwe planên artêşa Tirk hemû têk biriye û wiha pêde çû; "Dema ku ev herêm ji hewayî bi tundî dihat bombekirin kirin, ji bejahî ve jî bi obusên firtinayê, bi qatuşayan û bi çekên giran dihat topbarankirin û gulebarankirin. Di 17’ê meha Nîsanê de jî di binê balafirên şer û firokeyên êrişê de firokeyên Skorsky li seranserê herêma Zapê leşker daxistin û dest bi êrişeke mezin kirin. Wekî ku her kes zane di şer de lezbûn gelekî girîng e. Artêşa dagirker a dewleta Tirk jî bi vê rêbazê wisa hesiband ku wê gerîla tune bike û tevahiya herêmê dagir bike. Ji xwe plana wan jî ew bû ku gerîla tune bikin û herêmê jî dagir bikin. Di serê sala par de xwestin vê rêbaz û taktîkê li herêma Garê jî bi kar bînin. Lê gerîlayan li wê derê derbên giran li artêşa Tirk xistin û ew têk birin. Artêşa Tirk neçar ma ku xwe ji wê derê vekişîne. Di encamê de artêşa Tirk neçar ma ku dest vala ji devera Siyanê ya Garê paşde biçin. Di rojên destpêkê yên vê tevgera dagirkeriyê de jî hêzên gerîla li hemberî artêşa Tirk berxwedaneke mezin kirin. Bi vê berxwedana gerîla hemû planên artêşa Tirk ên dagirkeriyê hat sekinandin û vala derket."

'HEVALÊN ME LI LEŞKERÊN DAGIRKER XISTIN Û ÇÛN SER TERMÊ WAN'

Fermandar Şivan Gever têkildarî hevkariya hêzên xayîn a bi artêşa Tirk re wiha axivî: "Artêşa Tirk di destpêkê de êriş bir ser deverên Kurojahro, Şikefta Birîndara, Şehîd Cûdî, Şehîd Ciwan, Karker, Zozanên Avaşînê, Werxelê, Çiyareş, Şehîd Rustem û Şehîd Şahîn. Di pêvajoya dawî de jî gund û herêma Mîros û geliyê Şîrîn ji xwe kirin armanc. Artêşa Tirk li herêma Mîrosê 3 qereqolên mezin çêkir. Ji xwe hêzên bi ser PDK’ê û artêşa Tirk herêma mîrosê bi hev re bi kar tînin. Her wiha ji bo qada tevgerandina gerîla teng bikin jî PDK’ê li geliyê Şîrîn qereqolek ava kiriye. Baskekî dijmin ji Başûrê Kurdistanê bi ser Şeladizê ve, bi helîkopterên Skorsky li qadên me leşker daxistin û dest bi êrişê kirin. Her wiha ji heman xetê bi bejahî êriş birin ser herêmên me. Piştî ku artêşa Tirk ji hewayî li hemberî hevalên me nekarî encamekê bigire, vê carê bi hevkariya xeta hevkar û xayîn ji bejahî xwestin encam bigirin. Bi alîkariya xeta hevkar xwestin encamekî ji dagirkeriya xwe re werbigrin. Baskeke dinê ya dijmin jî bi ser Çelê re berê xwe dan Girê Hekarî ya bi ser herêma Metîna, Girê FM û devera Çiyareş a bi ser herêma Zapê. Wekî hemû deverên dinê jî li devera Çiyareş jî artêşa dagirker a Tirkiyeyê bi berxwedaneke mezin a gerîla re rû bi rû hat. Hevalên me li wê deverê berxwedaneke bêhempa kirin û ji xwe şerê li wê deverê heya niha jî berdewame. Ji xwe li ser medyayê jî belav bû, çalakiyên herî bi tesîr jî li devera Çiyareş pêk hatin. Hevalên me li leşkerên dagirker xistin û çûn ser termê wan. Artêşa Tirk encama ku dixwest heya niha jî bi dest nexistiye. Ev du meh in li wê deverê şer heye. Lê dijmin mehekê nekarî xwe bigihîne devera Cehenem. Baskeke dinê yê dijmin jî ji girê Kordineyê daket devera Cîlo. Heman baskê bi firokeyên Skorsky bi dehan caran xwest li devera Şikefta birîndara leşkeran daxe. Lê her carê bi bersiveke tund a gerîla re rû bir rû dihat. Hevalên me bi berxwedanê karîbû ku dijmin ji wê deverê dûr bixe. Lewma dijmin neçar ma ku li devera Kevirê Kun leşkeran daxe. Şehîd Cûdî û Şehîd Ciwan jî ji girên artêşa Tirk lê leşker daxistiye. Ev dever qadeke mezine ku hemû best in. Dijmin bi taybetî ev dever ji xwe re kiriye armanc. Lê di encamê de hevalan rê neda ku dijmin li Şikefta Birîndara leşkeran daxe. Bi giştî artêşa Tirk êriş nebir ser mevziyên me yên qayîm. Di encama êrişên dijmin û bersiv û berxwedana gerîla de gelek caran pevçûnên mezin jî qewimîn.

'LI HEMBERÎ HEVALÊN ME ÇEK Û GAZÊN KÎMYEWÎ JÎ BI KAR TÎNIN'

Fermandar Şivan Gever diyar kir ku gerîla li gel hemû teknîka artêşa Tirk û bi baweriyeke mezin têdikoşin û wiha dawî li nirxandinên xwe anî; "Artêşa Tirk bi hemû teknîka pêşketî ya di destê xwe de êriş dibe ser gerîla. Li gel vê di tunelên şer de li hemberî hevalên me çek û gazên kîmyewî jî bi kar tînin. Bi hevkarên li Kurdistanê, bi cerdewanan, bi leşkerên xwe yên paramîlîter dixwaze li hemberî gerîla encamekî bi dest bixe. Li gel van hemû êrişan jî gerîla bi çeka destê xwe û zanebûna xwe li hemberî tevgera dagirkeriya artêşa Tirk berxwedan û têkoşîneke mezin didin û wê serkeftin teqez bibe ya gerîla.Artêşa Tirk nekarî ji hewayî li hinek deveran leşkeran daxe. Encex karîbûn ku dûrî deverên çekên gerîla digihîjinê leşkeran daxin. Dijmin cihê ku ji hewayî nekarîn pêş ve biçin xwest bi bejahî encam bigire û ji bo ji bejahiyê encam bigire gelek firoke xistin tevgerê. Ev meheke li gel hemû hewldanan jî artêşa Tirk nekarî li hinek girên me leşkeran daxe. Li hemberî dagirkeriya dagirkerên Tirk berxwedana gerîla heya niha jî didome. Bi ketina artêşa Tirk a herêmên me re dawî bi tu tiştê nehatiye. Heya niha hemû planên dagirkerî û qirkirina tirkan li beramberî berxwedana gerîla têk çûye. Êdî gerîla di pozîsyona parastina çalak de ye. Gerîlayên me heya niha bersiva hemû tevgerên dagirkeriyê daye û wê ji vir û pêde jî bersiva wana bide. Timên bi tevger û pispor ên gerîla wê bi şerê ku xwe dispêre erdingariya Kurdistanê derbên mezin li dijmin bide. Bi stratejiya şerê gelê şoreşgerî gerîla wê di hemû tûnel û mevziyên şer de li hemberî dijmin şer bike û wê ji berxwedana xwe tawîzan nede. Çawa ku Zagrosan rê neda Îskender wê rê nede dagirkeriya neviyên Osmaniyan jî. Hêzên rizagariya Kurdistanê di şerê hebûnê yê di nava 2 mehan de bersiveke dîrokî da dagirkeriyê. Bi çalakî û berxwedana xwe derbeke mezin li dagirkeran xist. Ji derveyî ku em mêtîngeran û dagirkeran ji ser rûyê vê axe bi qewitînin tu rêkek a me nîne. Ev şerê hebûn û tunebûna gelê Kurd e. Lewma ciwanên Kurd ji bo çarenûsa gelê xwe diyar bike berxwedaneke mezin didin. Ev şer çi qas dirêj bibe bila bibe ji bo hemû nirxên gelê Kurd biparêzin, Kurdistana azad ava bikin em ê heya dawiyê li hemberî faşîzm û dagirkeriyê şer bikin."