Şîrketên petrolê yên li Başûr yek bi yek karê xwe disekinînin

Piştî biryara Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê Tirkiye û Herêma Kurdistanê mehkûm kir, Kampanyayên derxistin û hinardekirina petrolê yek bi yek karê xwe disekinînin. Herî dawî Kampanya DNO ya Norwecî karê xwe sekinand.

Piştî biryara Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê a Parîsê ya têkildarî ragirtina nefta Herêmê ya ji bo Tirkiyeyê, Kompanya DNO ya Norwêcî ku li Herêma Kurdistanê di warê derxistin û hinardekirina neft û gazê de kar dike, ragihand ku ew bi awayek demkî karê berhemanîna neftê li Herêma Kurdistanê disekinînin.

Kompanya DNO ya Norwêcî ku di warê neft û gazê de kar dike, diyar kir ku 4 roj piştî ragirtina hinartina nefta Herêma Kurdistanê ya bi rêya boriya Tirkiye a ji bo Bendera Ceyhanê, wan bi awayek demkî berhemanîna neftê li Herêma Kurdistanê rawestandiye.

Di beşek din a daxuyaniya Kompanya DNO de tê gotin ku wan ji şevê din ve berhemanîna neftê li bîrên petrolê yên Herêma Kurdistanê ragirtiye.

Kompanya DNO li bîrên neftê yên Tawkê û Pêşkebîr rojane 107 hezar bermîl neft derdixist ku dike ji sedî 25’ê nefta ku ji Herêma Kurdistanê dibin navê aboriya serbixwe de ji bo bazara cîhanê di hat firotin.

Li Bîra Petrolê ya Hesîr ku li bajarokê Serqela yê navçeya Kifrî ya herêma Germiyanê ye rojê 14 hezar bermîl petrol (50-60 tanker) ji bo bîra neftê ya Xurmele ya Hewlêrê dihate veguhestin. 

Her wiha li gorî agahiyên hatin girtin ji duh ve Kampanya enerjiyê ya Rûsya Gazprom ku li Bîra Petrokê ya Hesîr kar dike û petrolê derdixe û bi rêya kampanyayên veguhestinê dişand Hewlêrê ew jî karê xwe sekinandiye.