Şîlan Kobanê bi serhildêriya xwe navê xwe li dîrokê neqişand

Şîlan Kobanê ku li dijî zîhniyeta paşverû ya civakê serî hilda û rêya têkoşînê hilbijart, îro bûye mînaka serhildêriyê, berxwedanê û fermandariyê ji bo tevahî jinên Kurd.

Îro salvegera 18’emîn a şehadeta Endama Komîteya Navendî ya PYD'ê Şehît Şîlan Kobanê û hevrêyên wê Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl e. Hêzên hikûmeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker di 29’ê Mijdara 2004’an de di dema Şîlan û hevrêyên wê bi erkekê radibûn li ser sînorê Iraq-Sûriyê, bi komployeke li bajarê Mûsilê hatibûn şehîdkirin.

Têkoşer Şîlan Kobanê di sala 1971’ê de li Kantona Kobanê li nav malbateke welatparêz a ji eşîra Kêtikan hate dinê. Têkoşer Şîlan Kobanê ji biçûkaniya xwe ve serî li ber zîhniyeta paşverû ya civakê hildaye û bi vê serîrakirina xwe hişt ku her kes rêzê ji vîna wê re bigire.

Têkoşer Şîlan di 12 saliya xwe de ji ber beşdarî şahiya Newrozê dibe, tê destgîrkirin û 5 rojan girtî dimîne. Ew bi serhildêriya xwe navê xwe li dîrokê neqişand. Têkoşer Şîlan Kobanê di nava malbatê de li dijî newekheviya maf ên jin û mêr derdiket.

Têkoşer Şîlan Kobanê ya ku li mal, dibistan û di her warê jiyanê de li dijî neheqiyê serî hildide, xwe hînê xwendin û nivîsa Kurdî dike, pêşengî ji xwişk û birayên xwe re dike û tevlî xebatên çandê koma Agirî ya govend û stranan dibe.

Têkoşer Şîlan Kobanê ku di van xebatan de, firsenda naskirina rastiya Rêbertî û tevgera azadiyê PKK’ê bi dest xist, çarenûsa rizgariya jinan di nava tevgera azadiya Kurd de dibîne û di sala 1991’an de tevlî refên PKK’ê dibe. 

Bi wesîleya 18’emîn salvegera şehadeta Şîlan Kobanê, xwişka wê Qudret Baqî ji ANF’ê re axivî. Baqî têkoşer Şîlan û hevrêyên wê bibîr anî û diyar kir ku îro bi hezaran ciwanên Kurd şopdarê rêya wan in.

ŞÎLAN LÊGERÎNVANEKÊ AZADIYÊ BÛ

Baqî destnîşan kir ku Şîlan bi berxwedana xwe qeyd û bendên civakî ji holê rakiriye û got, “Em li bajarê Kobanê ku xwedî çandeke eşîriye de ji dayik bûn. Şîlan di navbera nakokiyên pergal û eşîran de mezin bû. Ji bo debarê piştre me koçî bajarê Helebê kir. Lê malbatê zihniyet û çanda xwe li wir jî berdewam kir. Destûr nedihat dayîn ku em keç biçin dibistanê. Lê Şîlan bi israrek mezin vê qalibê di malbatê de şikand. Xwedî lêgerîna azadiyê bû. Ji ber wê di her qadê de serkeftî bû. Di dibistanê de jî asta yekemîn bi dest xistibû. Ji ber sekna wê her kes rêz digirt. Şîlan cihê baweriyê bû.”

Qudret Baqî destnîşan kir ku piştî PKK’ê kete nava civakê, zîhniyetên paşverû yên li hemberî jinê hatine guhertin û wiha axivî, “Jin di nava civakê de hatibûn xeniqandin. Wek amûrek lê dihate nêrandin. Piştî tevgera azadiyê, rewş guherî. Di sala 1981’an de malbata me PKK’ê nas kir. Komên qadro yên biçûk ku dihatin ba me, bandorek mezin li ser malbatê û têkiliyên wê kir. Wekî tê zanîn serî rakirina Şîlan a serî li dijî newekheviya jin û mêr bû. Jin ji mafên xwe bê parbûn û dihatin perçiqandin. Bê guman azadî bê berdêl nabe, bi sedan jinên leheng, berxwedêr ên wek Zîlan û Bêrîtan li dijî pergala desthilatdariyê derketin û rêya azadiyê hilbijartin. Şîlan jî yek ji wan jinan e. Bû pêşengê bi hezaran jinên Kobanî.”

LI DIBISTANÊ XWENDEKAR BI RÊXISTIN DIKIR

Baqî diyar kir ku Şîlan Kobanê di dibistanê de jî xwendekaran bi rêxistin dikir û alîkarî kom dikir û ev tişt got, “Şîlan bi temenê xwe yê 12 salî 5 rojan tê girtin, ji ber ku navê xwendekarên ku alîkarî ji bo partî dane nivîsî di çenteyê xwe de ji bîr kiribû. Îstixbarata Sûriyeyê her çavê wê li ser Şîlan bû, lê Şîlan li pey baweriya xwe meşiya û ber xwe da. Di sala 1987’an de derbasî kampa Mehsûm Korkmaz dibe. Ji ber Şîlan bi meraq bû gelek pirs dipirsî. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser vê yekê ji Şîlan re digot ‘Ma qey tu dixwazî bibî filozof?’ Şîlan li Akademiya Mahsûm Korkmaz di radiyoyê de xebat da meşandin. Dema vedigere Sûriyeyê, ji aliya rejîma Sûriyeyê dîsa tê girtin û 2 heyvan di zîndanê de dimîne. Di sala 1991’an de Şîlan derbasî çiyayên azad dibe û li wir di asta fermandartiyê de erk digre.”

ŞÎLAN Û HEVRÊYÊN WÊ JI BO MUDAXELEYÊ DERBASÎ ROJAVA DIBÛN

Baqî anî ziman ku ew piştî 14 salan cara ewil têkoşer Şîlan dîtiye û wiha hestên xwe rave kir, “18 rojan em bi hev re man. Ew dem ji bo min weke xewnek bû. Tu hevok nikarin hestên min ên wê demê rave bike.” Piştî vê hevdîtinê bi 5 mehan Baqî careke din Şîlan Kobanê dîbîne û 18 rojan bi hev re li Sûriyeyê mane. Baqî wiha qala hevdîtina xwe dike, "Wê demê, Şîlan, Fûad, Cemîl, Zekeriya û Ciwan xwe amade dikirin ku biçin Rojava û pir bi coş bûn, ji bo wan rojeke pir girîng bû. Ji her hevalî re li Rojava erkek hebû û hemûyan jî bi tehlûkeya rewşa li Sûriyeyê û sûcên rejîma Basê ya şovînst dizanî. Rejîma Basê hem êşkenceyê fîzîkî hem jî yê manewî pêk tanî. Gelek xebatkar hatibûn girtin, zextek mezin hebû. Îxanetkarên wek Ferhad û Kemalê Sor taxrîbatên mezin di nava civakê de kiribûn. Ev heval ji bo mudaxeleyê derbasî Rojava dibûn. Lê di encamê komployek de di 29’ê Mijdara 2004’an de tên qetil kirin.”

BI HEZARAN JIN ÎRO ŞOPDARÊ ŞÎLAN KOBANÊ NE

Qudret Baqî di dawiyê de da zanîn ku ji bo azadiyê bi sedan jin ên wek Şîlan canê xwe fedayê şoreşê kirine û wiha axivî, “Ew bi helwest, sekn û şêwayê jiyana xwe bi me re dijîn. Dem dema Şerê Gel ê Şoreşgerî ye. Divê em hemû di vê pêvajoyê de, xwedî li bîranîn û mîrateya wan derkevin. Bi saya ked û berxwedana Şîlan û bi sedan hevrêyên wê îro jin li dijî dijmin di çeperên de li ber xwe didin û destanên dîrokê dinivîsinin. Di şexsê Şîlan û hevrêyên wê de ez tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînim û dibêjim em ê teqez bi ser bikevin.