Şîfreya revê: Me gotina 'nabe' ji holê rakir û em gihîştin çiyê

Mervan Ûlaş ku ji girtîgehê reviya û xwe gihand çiyayê Kurdistanê got, "Me bi gotina 'Kesê nebêje nabe' dest pê kir û piştre bi baweriya xwe xurt bûn, têkoşiyan, ji astengiyan derbas bûn û di awiya dawî de xwe gihand çiyê."

Mervan Ûlaş, ku di Çileya 2016'an de tevî 5 hevalên xwe ji Girtîgeha Amedê reviya, da xuyakirin ku tevî hemû tedbîran jî ew her tim bi bawer bûn ku dikarin birevin û got, "Min her tim bawer dikir û li pey baweriya xwe meşiyam. Bi saya vê baweriyê niha li çiyayên xwe yên azad im, ku bi salan bi hesreta wan bûm."

Ji destpêka dîroka PKK'ê û pê ve zindan bû cihekî ku gavên cidî yên ji bo têkoşînê lê hatine avêtin. Di her serdemê de girtiyan li dijî her şêwe zext û zordariyan li ber xwe dan û teslîmiyet qebûl nekirin. Gotina 'Berxwedan Jiyan e' ya yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan, di serdema heyî de jî li dijî her şêwe îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk a li zidanan, şiyara bingehîn e. Gerîla Mervan Ûlaş, ku piştî 9 salên li zindanê fîrar kir, ji ANF'ê re axivî.

Gerîla Mervan Ûlaş ê ji Êlihê, di sala 1990'î de PKK'ê nas dike û di sala 1991'ê de tevlî nava refên gerîla dibe. Li herêmên cuda, cihê xwe di nava şer de digire. Dawiya sala 2005'an ji Başûrê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê dibe û sala 2007'an li Îzmîrê dîl tê girtin. 9 salên li zindanê timî tê sirgûnkirin.

BAWERIYA BI REVÊ

Mervan Ûlaş bi vî rengî qala baweriya xwe ya bi revê kir: "Ez her tim bi bawer bûm ku ji aliyê fîzîkî ve ez dikarim azad bibim. Reva ji zindaneke li Tirkiyeyê li gorî yeka li Kurdistanê zehmettir e. Lê dîsa jî min timî bawer kir û li pey baweriya xwe meşiyam. Bi saya vê baweriyê niha li çiyayên xwe yên azad im, ku bi salan bi hesreta wan bûm."

HEMÛ NÊRÎNÊN JI BILÎ 'NABE'

Gerîla Mervan Ûlaş anî ziman, ku dema wî nêrîna xwe ya revê bi hevalên xwe re parve kir, weke şertê yekemîn ji wan re gotiye, divê kes nebêje 'nabe' û ji bilî vê gotinê dikare her şêwe alternatîfê pêşkêş bike. Ûlaş bibîr xist, ku Ocalan gotiye 'nabe nîne' û 'mirovê bawer bike dikare her tiştî bike' û diyar kir, çavkaniya baweriya wî, ev felsefe ye.

Weke ku tê zanin tedbîrên herî giran ên ewlehiyê li zindanan e. Li her cihî astengiyên mezin, dîwarên bilind, têl, gardiyan û nobedar hene. Ûlaş bal kişand ser van şert û mercan û destnîşan kir, ku ji bo mirovekî bawer neke û tênekoşiye, derbasbûna ji van astengiyan bi rastî jî nepêkan e. Mervan Ûlaş wiha dewam dike: "Em bi rojan li ser nîqaşa fîrarê û şêweyê pêkanîna wê axivîn. Em 6 heval, bi bîr û baweriya xwe ya mezin a xwegihandina çiyê, me dest bi têkoşînê kir û em ji hemû astengiyan derbas bûn. Bawerî û têkoşîna me em gihandin çiyê û em azad in."

DIVÊ HER GIRTÎ XEYAL BIKE

Mervan Ûlaş bal kişand ser gotina "Divê her girtiyek reva ji girtîgehê xeyal bike" ya yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz bibîr xist, ku piştî derketina ji girtîgehê anîbû ziman û diya rkir, vê gotinê daxwaza revê bi wî re afirandiye. Ûlaş destnîşan kir ku piştî bi salan wî xwe gihandiye çiyayên xwe yên bi hesareta wan bû.

XWEGIHANDINA ÇIYÊ

Mervan Ûlaş piştî dîlgirtina 9 salan, ewilî xwe digihîne çiyayên Amedê. Ji me re qala wê kêliyê dike: "Careke din xwegihandina çiyê û dîtina gerîla hesteke gelekî cuda ye. Çiya ew herêm in ku mirov xwe lê azad dibînin."