Şîban ê ji helîkopterê hate avêtin, hate destgîrkirin

Osman Şîban ku li navçeya Şaxê ya Wanê ji aliyê leşkerên Tirk ve ji helîkopterê hate avêtin, li mala xwe ya li Mersînê di serdegirtinê de hate destgîrkirin.

Osman Şîban ku di 11'ê Îlona 2020'an de li bejahiya navbera navçeya Şaxê ya Wanê û navçeya Elkê ya Şirnexê li gel Servet Tûrgût ji aliyê leşkerên derketibûn operasyonê ve hatibû destgîrkirin û ji helîkoptêrê hatibûn avêtin. Şîban di serdegirtina mala xwe ya li Mersînê de hat destgîrkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve tê birêvebirin, polîsan vê sibehê bi ser mala Şîban a li taxa Guneşê ya girêdayî navçeya Akdenîzê ya Mersînê girtin. Piştî serdegirtinê Şîban hat destgîrkirin û ew bi ambulansê ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Toroslarê.

Hat zanîn ku ji bo kontrola tenduristiya Şîban were kirin li benda kombûna şandeya tenduristiyê ne. Osman Şîban li malê dihat tedawîkirin.

Hat ragihandin ku wê piştî kontrola tenduristiyê ya li Mersînê Şîban bibin Wanê.

Osman Şîban û Servet Tûrgût di 11'ê Îlona 2020'an de ji helîkopterê hatibûn avêtin û êşkence li wan hatibû kirin. Servet Tûrgût ê li nexweşxaneya Wanê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû. Şîban jî ji bo tedawiyê biribûn mala wî ya li Mersînê.