Şewata li Pîranê belav dibe

Şewata ku ji ber bombardûmana balafirên şer ên dewleta Tirk li bejahiya navçeya Pîranê ya Amedê rû da, çar roj in dewam dike.

Ji ber bombardûmana balafirên şer 7'ê Îlonê li bejahiya Pîrêjman a navçeya Pîranê agir bi qada daristanî ketibû.

Şêniyên gund piştrast kirin ku şewat ji ber bombardûmana balafirên şer li herêma Balolanê derket.

Şewat nêzî gund bûye û tîmên arkujiyê jî tenê li hin nuqteyan agir vedimînin ku negihêje nava gund.

Li heman gundî leşkeran serê sibehê avêtin ser gelek malan û 4 kes destgîr kirin. Kesên hatin destgîrkirin piştî îfadeyê hatin berdan.