‘Şev û roj li ser ezmanê Mexmûrê balafirên keşfê-biçek digerin’

Bêwar Unver bal kişand ser berpirsyariyên Iraqê û Neteweyên Yekbûyî yên li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê û got: “Şev û roj balafirên keşfê yên bê mirov-biçek li ser ezmanê Mexmûrê digerin. Xeteriyek mezin li ser mirovan heye.”

Unver bal kişand ser erk û berpirsyariyên hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li ber penaberê Bakurê Kurdistanê ku zêdetirî 20 sal in li Mexmûrê dijîn û got ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker xeterî ne tenê li ser Mexmûr li ser temamiya Iraqê heye.

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûr Bêwar Unver li ser pirsgirê, rewşa birêvebirin, ewlehî û berpirsyariyên Iraq û Neteweyên Yekbûyî bi şandeyeke ji xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) pêk tê, li Iraq û saziyên Neteweyên Yekbûyî re dest bi rêze civînan kiriye. 

Unver li ser van hevdîtin û metirsiyên li ser Mexmûr û tevkariya PDK û Tirkiye ya li ser xelkê Mexmûrê ji ANF’ê re nixandinên girîng kir.

Unver bal kişand ser metirsiya êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya wê ya bi PDK’ê re û got: “24 saetan balafirên keşfê yên bê mirov-biçek ên dewleta Tirk li ser Mexmûrê digerin, nediyare kîjan saetê û li kûderê bombeyan li nava wargehê bibarîne. 

Unver anî ziman ku li ser pirsgirêk û rewşa rêvebirnameyê û berpirsiyariyan dema dawî Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê li ser esasê ewlekariya wargehê rêze civîn bi rayedarên peywendîdar re dane destpêkirin û got: “Li ser vî esasî civîn bi rayedarên Iraq û NY, partiyên siyasî û kesayetan re ji bo çareserkirina pirsgirêkên Mexmûrê hatin kirin. 

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûr Bêwar Unver destnîşan kir ku piştî êrîşên çeteyên dAÎŞ’ê û şûnde li ser wargehê gelek pirsgirêkên wargehê yên komî ser hev bûne, hene û ev pirsgirêk wiha rêz kir: “Esas mijara ewlekarî, îdarî û qanûn hene. Welatî tê astengkirin û ev bên derbaskirin ev hevdîtin tên kirin.”

‘BI HER AWAYÎ ÊRÎŞ TÊ KIRIN’

Unver bal kişan ser êrîşên dewleta Tirk a dagiker û hevkarê wê PDK’ê û ev got: “Êrîşeke bê navber dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li ser wargehê heye. Ji salên 94’ê heta niha êrîş tim dem dem hatiye kirin. Demê dawî êrîş zêdetir bûne, bi her awayî êrîş dikin. Ji bo ev êrîş bi dawî bibin, hevdîtin bi Iraqê, NY û aliyên din re tê kirin.

‘ÊRÎŞ LI SER ESASÊ ŞIKANDINA VÎN Û BELAVKIRINA WARGEHÊ YE’

Gelê wargehê gelekî xwedî statûyeke siyasî ye. Penaberbûna wî li ser esasê mijara siyasî çêbûye. Ji ber zilm û stemkariyê li Bakurê Kurdistanê hate kirin, qebûl nekir, penaber kir. Daxwaza mafê xwe yê rewa, nasnameya xwe dike. Geleke xwedî îradeyeke siyasî ye. Di vê pêvajoyê de zextên PDK’ê û hem yên dewleta Tirk li ser vî gelê pêk hatine. Di pêvajoya 8 wargehan de ev zext hatin kirin. Di vê pêvajoyê de gelek welatî bûne qûrbanî bi awayeke herî hovane hatin şehîdkirin. Di roja îro de jî ew ferszkirinê tên kirin, şikandina îrade û belavkirina wargehê ye. Ev gel rêxistinkiriye, xwedî ezmûne û îrade ye. Wê li ber van êrîş û zextan heta dawî li ber xwe bide.”

Unver diyar kir ku hikûmeta Iraqê û NY li şûna ku guh bide daxwazên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê li ser Mexmûrê ferzkirin, divê bê guh bide gelê herêmê û daxwazên wan. Unver got: “Em wek wargeh deriyê me vekiriye, em dikarin her tiştî jî nîqaş bikin, hem mijarên îdarî û hem qanûnî. Lê biryarek bê vîna gela wargehê û nûnertiya wargehê were girtin, bê guman wê gel vê qebûl neke. Di demên derbasbûyî de hinek biryar girtin û xwestin pêk bîne û gel rê neda vê yekê. Ev ferzkirin bê wate ne. Divê bi ti awayî muxatab nekevin van lîstik û bin bandora siyaseta qirêj a li ser wargeha me tê kirin.”

‘TIRKIYE DESTDIRÊJIYÊ LI SERWERIYA XAKA IRAQÊ DIKE, NE TENÊ JI BO MEXMÛR JI BO HEMÛ HERÊMÊ XETERE’

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûr Bêwar Unver bal kişand ser rewşa ewlehî û aloziyên li herêmê û ev nirxandin kir: “Rewşa ewlehî ya Iraqê giştî heye. Ev rewş ne tenê ji bo me û navçeya Mexmûr derbasdar e. Bi giştî destdirêjiyek li ser axa Iraqê heye. Bi taybet ev destwerdan dewleta Tirk pêşengtî dike. Hewldanên xwe pir zêde kiriye. Li aliyê din mijara çeteyên DAÎŞ’ê heye li ser herêmê. Di vê pêvajoyê de dagirkeriya Tirk dema li ser zêde bibe, rewşa ewlekariya Iraqê bi giştî dikeve xeteriyê. Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe dixwazin armancên xwe yên berî 400 salan ên Osmaniyan li ser herêmê bidin ferzkirin û dagir bikin. Dixwazin Kerkûk, Mûsil û heta vê dawiyê qala Hewlêr jî dikin. Dewleta Osmaniya nû ava bike. Yek ji xeteriya herî mezin a li ser serweriya axa Iraqê, ewlekarî û emniya hemwelatiyên li Iraqê dijîn, êrîşkarî û gefên dewleta Tirk in. Divê her kes vê baş bizane. Êrîşkariya dewleta Tirk ne li ser gelê Kurd û Mexmûrê ji bo hemû Iraqê xetere. Zêdebûna êrîşa DAÎŞ’ê em nikarin ji êrîşên dewleta Tirk cihê bikin. Dewleta Tirk ji her alî ve van fînanse dike. Li Mexmûrê liv û tevgera DAÎŞ’ê zêde bûne. Xeteriyek giştî li ser herêmê ye. Dewleta Tirk dixwaze tevlîheviyê bixe nava mala Iraqê.”

‘BI ŞEV Û ROJ BALAFIRÊN KEŞFÊ YÊN BÊ MIROV-BIÇEK LI SER EZMANÊ MEXMÛR DIGERIN’

Unver qala bandorên neyînî yên êrîşan li ser herêmê û taybet xelkê Mexmûrê jî kir û wiha domand: “Êrîşan bandorek mezin li jiyanê kiriye. Ji bo belavkirina wargehê hemû derfetên destê PDK’ê û dixwaze pêk bîne. Rêgiriyê dikin, astengiyê ji bo perwerdeyê, tenduristî, aborî di her hêla jiyanê de êrîşan dike. Cardin bi balafiran êrîşî gelê wargehê dike. Şev û roj balafirên bê mirov li ser esmanên wargehê digere. Kengê çawa êrîş bike, çend kesan bike hedef û qetil bike nediyare. Ev gefeke pir xeternake. Ev ji bo me tenê na, ji bo her kesê ji bo Başûrê Kurdistan û Iraqê xeteriyeke pir mezin e. Divê li hemberî vê helwestên cidî hebin. Divê ev yek baş bê zanîn, gelê wargehê li hemberî gef û ferzkirina wê serî netewîne û heta roja îro çawa li ber xwe daye, wê tekoşîna xwe bi îradeyeke herî xurt ji îro şûnde jî bide nîşandan. Erk mîsyonên hemû aliyên berpirs divê bi berpirsyar nêzîk bibe, hem jî guh bide daxwazên wan û çareser bikin.

‘DI ÇARÇOVEYA QANÛNÊN IRAQ Û NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DE DAXWAZA MAFÊ XWE DIKIN’

Em nûnerên vî gelî ne. Tiştek ji derveyî vîna vî gelî em ne dikin û ne jî qebûl dikin. Em raste rast nûnertiya vîna gel dikin. Ji ber vê hevdîtinê me yên bi aliyên muxatab Neteweyeên Yekkbûyî û hikûmeta Iraqê re dikin, me pir vekirî anî ziman li gorî qanûna Iraqê ya penaberên Siyasî sala 1971’an a madeya 51’an Iraqê qebûl kiriye û ev NY divê li ber vê madê berpirse. Me daxwaza pêkanîna van mafê xwe yên rewa kir. Me daxwazên cuda ji hikûmeta Iraqê û NY ne kiriye. Me ew vexwedine xwedî li erkê xwe derkevin. Xwedî li qanûnên xwe derkevin. Vekirî dibêjin berpirsyariya me ya ewlehî, îdar û qanûnî de li ber wargehê heye. Ev demeke hinek soz dane, demê borî jî gelek soz dan; pirsgirêkên me weke tê xwestin nehatin çareserkirin. Berovajî êrîş û gef zêde bûn. Di vê dema dawî de hem NY hem Iraqê gotine em bi erka xwe rabin. Em ê hewl bidin berpirsyariya xwe ya li ber we pêk bînin. Hewl bidin li ber êrîşan helwestek xurtir nîşan bidin. Bersivên wiha hatin dayîn. Ev eşkere hate ziman ev êrîş û zextên çêdibe, ji bêdengî û helwestiya NY û Iraqê ye. Eger hikûmeta Iraqê û NY û dîsa aliyên muxatab li ber vê helwest nîşan bide, wê demê wê bi hêsanî ne dewleta Tirk û ne jî aliyeke weke PDK’ê bikare êrîş bike. Em ê li benda wan nesekinin, em ê tim di nava hewldana de bin. Weke mafê xwe yê rewa, eger pêwîst bike, mafê xwe yên demokratîk jî li ber nêzîkatiyên li ber me çêdibe, heman rengî bersiv bidin.”

‘BI ERK Û BERPIRSYARIYÊN XWE RABIN, QANÛNÊN XWE BI CIH BÎNIN’

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûr Bêwar Unver herî dawî ev bang kir: “Em bang li Iraq û Neteweyên Yekbûyî dikin ku bi erk û berpirsyariyên xwe yên li ber penaberên siyasî wan bi xwe qebûl kirî derkevin. Divê gelê Kurd jî li her derê li ber rewşa wargeh û gefên li ser tê kirin baldar be. Cardin aliyên muxatab banga gelê wargehê, daxwazên wan hewl bidin pêk bînin. Gelê me yê yê Başûr, partiyên siyasî û dezgehên sivîl li ber gefên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd û taybet li ser wargeha Mexmûrê bibin xwedî helwest û bertekên xwe nîşan bide.”