Şervanên YBŞ/YJŞ: Şengal êdî ne bêxwedî ye!

Şervanên YBŞ/YJŞ'ê destnîşan kirin, ku dagirkerî û xiyanet nema dikare li Şengalê bi ser bikeve û gotin, civaka Êzidî ji raboriya xwe ders derxistiye.

Şervanên YBŞ/YJŞ'ê ku yekane hêza xweparastinê ya Êzidiyên li Şengalê ye gotin, divê ti kes li pey xewn û xeyalên pûç nekeve, êdî hêzeke Şengalê heye ku dikare pêşî li hemû êrîşan, hewldanên dagirkeriyê û planên qirêj bigire, heye. Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ji ANF'ê re axivîn.

SERHED: ŞENGAL ÊDÎ BÊXWEDÎ NÎNE

SÎDAR SERHED: Bi destê dewletên mêtinger plana fermaneke nû tê kirin. Ji fermana 3'ê Tebaxê û vir ve em Şengalê diparêzin û roj bi roj mezin dibin. Dilsoziya gelê me bi me her roj zêde dibe. Zanin ku êdî Şengal bêxwedî nîne û zarokên wan wê heta dawiyê wan biparêzin. Ji ber vê yekê, li hemberî êrîş û gefên dawî yên dagirkirinê, berevajî cihên din, Şengal neterikandin. Ji ber ku ew Êzidiyên berê yên jihalketî, tepisandî û bi tirs nîne. Bi berxwedana me ya 3 salan re ruh û hişmendiyeke nû hate afirandin. Gelê me êdî ji xwe bawer e û parçetiya nava xwe roj bi roj ji holê radike. Hesabên şexsî didin aliyekî. Ya herî girîng jî êdî dostên xwe û yên xiyanetê li wan dikin, baş dibînin.

GIMGIM: DI NAVA ŞEVEKÊ DE BAJAR TERIKANDIN

AVAŞÎN GIMGIM: Şeva ku Heşdî Şabî berê xwe da Şengalê, PDK'ê fîşekek jî neteqand û yekser bajar terikand. Bû sibeh me dît ku hemû nuqteyên PDK'ê radestî Heşdî Şabî hatine kirin. Plana fermaneke nû kiribûn. Wê Şengal bihata dagirkirin. Lê belê me Şengal neterikand û pêşî li vê xefikê girt. Piştî ku me destnîşan kir, ku ji bilî nuqteyên PDK'ê eger êrîş li Şengalê bê kirin em ê heta dawiyê li ber xwe bidin, nekarîn zêde bi pêş ve bên. Lê belê xeterî hê bi temamî ji holê ranebûye. Her hêza ku vîna gel ji nedîtî ve bê û nas neke, wê me li hemberî xwe bibîne.

ŞIYAR: ÊDÎ EV GEL XWEDÎ ARTÊŞEKÊ YE

EKÎN ŞIYAR: Heta ku hemû xeterî ji holê werin rakirin û paşerojeke azad bê avakirin, em ê xeta xwe ya berxwedanê mezin bikin. Weke şervanên YJŞ'ê em cihê xwe di berxwedana Şengalê de digirin. Em çeperên xwe amade dikin. Haya me ji xeteriyan heye. Em matmayî neman, fermandariya me gelek caran hemû hêz hişyar kiribû. Li ser vê bingehê em amade bûn. Rast e, dibe ku reng, nav û gotinên xwe cuda bin, lê belê armanceke hevpar a hemû hêzan heye. Dixwazin li ser vî gelî desthilatdar bin. Ev hêzên navborî dixwazin vîna gel, çand û baweriya gel tasfiye bikin. Rewşa beriya DAIŞ'ê jî bi vî rengî bû. DAIŞ'ê ev yek bi rê û rêbazên hovane kir. Ya ku niha tê xwestin bê kirin jî ev e. Lê belê em nikarin destûrê bidin ku ev plan bi cih were anîn. Êdî artêşeke vî gelî heye. YBŞ/YJŞ heye. Xeterî ji ku tê bila bê, em ê heta dawiyê gelê xwe biparêzin. Em ê nasname, bawerî û axa xwe radestî dagirker û xayinan nekin. Heta ku paşerojeke azad misoger bikin em ê xeta xwe ya berxwedanê mezin bikin. Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanan dikin ku di vê pêvajoya dîrokî de tevlî nava refên YBŞ'ê bibin û axa xwe biparêzin. Nabe ku em destûrê bidin ku êşên berê dubare bibin."