Şêrko Bêkes li ser gora xwe hate bibîranîn

Helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes di 5’emîn salvegera wefata xwe de li Silêmaniyê li ser gora xwe hate bibîranîn.

Helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes di 5’emîn salvegera wefata xwe de li Parka Azadî ya Silêmaniyê li ser gora xwe hate bibîranîn.

Merasîma bîranîna Şêrko Bêkes saet 19:00’an li ser gora ku li Parka Azadî li ber helbestên Bêkes destpê kir. Pişt guhdarkirina demekê ya helbestan û şûnde Endamê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar ê ji sala 1967’an û vir ve Şêrko Bêkes nas dike, qala kesayeta wî ya pêşmerget, têkoşîn, helbest û partiyê kir. Bextiyar destnîşan kir ku Bêkes hemû êş, hesreta gelê Kurd vedigot.

Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir, anî ziman ku Bêkes yek ji helbestvanê herî nav û deng ê gelê Kurd e, bûye deng û hejariya Kurdan.

Piştî axaftinên heskirî û malbata wî û şûnde, ji helbestên Bêkes hinek hatin xwendin. Piştî axaftinan û şûnde bîranîn bi xwendina helbestan ve dom kir.