Şerîk: Gelên herêmê bi 15'ê Tebaxê bi ser ketin

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk dstnîşan kir, ku 15'ê Tebaxê bi qasî ji bo Kurdan ji gelên Rojhilata Navîn û demokrasiyê re jî destketiyên mezin afirand. Şerîk got, "Heta ku Kurdistan azad nebe, Tirkiye demokratîk nabe."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bi wesîleya salvegera 35'an a Pêngava 15'ê Tebaxê axivî.

Şerîk di şexsê fermandarê pêngava 15'ê Tebaxê fermandarê efsanewî Egîd de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi bîr anî û salvegera 15'ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Ocalan û gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn pîroz kir.

Şerîk anî ziman ku di nava 35 salan de têkoşînê gelek destketiyên mezin afirand û got, "Bêguman ev destketî ji ber xwe ve neafirîn. Bi berdêlên giran, bi deh hezaran şehîdan û deh hezaran birîndaran, bi valakirina bi hezaran gundan û koçberkirina bi milyonan mirovan destketî hatin afirandin."

'PÊNGAVA AZADIYÊ YA LI DIJÎ 12'Ê ÎLONÊ'

Şerîk got, "Ev yek ne tenê destketiyên gelê Kurdistanê ye, destketiyên gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên dinyayê ye. Ev destketî li dijî hêzên sermayeyê yên global, li dijî hêzên paşverû, noker û xayin ên li herêma Rojhilata Navîn, destketiyeke. Ev hemû destketiyên 15'ê Tebaxê ne. Heta ku ev yek rast neyê fêhmkirin 15'ê Tebaxê jî nayê fêhmkirin. Bêguman ne tenê ev yek e. Faşîzma 12'ê Îlonê li dijî gelê Kurdistanê hate kirin. Li dijî hêzên şoreşger, demokratîk ên Tirkiyeyê hate kirin. Lê belê bi vê ve jî nema. Li dijî hêzên mûxalîf ên nava sîstema Tirkiyeyê hate kirin. Yên ku 12'ê Îlonê kirin ji aliyekî ve xwestin ku şoreşgeran bieciqînin, gel bitepisînin, li aliyê din jî xwest dengên cuda yên nava xwe bitepisînin. Lewma 12'ê Îlonê şoreşeke dijber e ku li dijî civakê hatiye kirin. Pêngava 15'ê Tebaxê jî li dijî şoreşeke bi vî rengî ya dijber, pêngava azadiyê ye."

'HETA KU KURDISTAN AZAD NEBE, TIRKIYE DEMOKRATÎK NABE'

Şerîk destnîşan kir ku eger têkoşîna gerîla ya azadiyê nebûya, eger berxwedana gelê Kurdistanê nebûya, eger li Rojava dawî li serdestiya DAÎŞ'ê nehatibûya anîn, îro li Tirkiyeyê ji bilî faşîzma AKP-MHP'ê wê ti partî ya jî hêzeke siyasî nebûya. Eger îro hinekî deng ji wan derdikeve ev yek destketiyeke ku bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê hatiye afirandin. Divê ev rastî were dîtin.

Li Tirkiyeyê niha pirsgirêka bingehîn demokratîkbûn û azadiya Kurdistanê ye. Heta ku Kurdistan azad nebe nepêkane ku Tirkiye demokratîk bibe.

Eger helwesteke rast neyê nîşandan hingî Tirkiye demokratîk nabe, pirsgirêka azadiyê ya gelên Tirkiyeyê çareser nabe. Hilbijartineke bi vî rengî li pêşiya civaka Tirkiyeyê heye. Ya wê azadiya gelê Kurd weke beşek ji demokratîkbûna xwe bibîne, ya wê bibîne ku heta gelê Kurdistanê azad nebe ew demokratîk nabe, ya jî wê bibîne ku nepêkane Tirkiyeyeke demokratîk bê afirandin."