Şerîk: Bi 1'ê Gulanê re pêvajoyeke nû dest pê dike

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir, li dijî modernîteya kapîtalîst divê civak bi temamî têbikoşe û got, 1'ê Gulanê ya îsal ji bo karker û kedkaran destpêka pêvajoyeke nû ye.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bi wesîleya 1'ê Gulan ji ANF'ê re axivî. Şerîk kedkarên tenduristiyê yên ku di têkoşîna dijî şewbê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û 1'ê Gulanê roja têkoşîn, piştevanî û yekîtiyê li kedkar û karkeran pîroz kir.

Şerîk bi bîr xist ku ew 1'ê Gulanê ya îsal di nava şert û mercên cuda de pêşwazî dikin bal kişand ser şewba global û şert û mercên heyî yên ku modernîteya kapîtalîst di nav de ye.

Şerîk anî ziman, neraste ku ev şewb ji rastiya cîhanê cuda bê nirxandin û got, "Di şerên cîhanê de şiyareke şoreşger, sosyalîst û kedkaran hebû ku derdixistin pêş. Li dijî şerê emperyalîst in. Li dijî şerê neheq in, lê belê ev dijberî tenê bi dijberbûnê namîne. di heman demê de wezîfeya xwe ye ku şerê emperyalîst, şerê neheq veguherînin şerê şoreşgerî. Şoreşa Cotmehê bi şiyareke wiha pêk hat. Şoreşa Cotmehê li cîhanê bû sedema pêngaveke nû. Di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê 1'emîn de şoreşgerên Rûs şerê emperyalît, şerê navxweyî veguherandin Şoreşa Cotmehê. Stratejiyên bi heman rengî li welatên cuda jî hatine bicihanîn. Di dema Şerê Cîhanê yê 2'emîn û piştî wê de li welatên rojhilatê Ewropayê, li welatên rojhilat têkoşînên sosyalîst û şoreşger bilind bûn. Li wê derê karker û kedkar bûn xwedî şert û mercan ku rêveberiyên xwe ava bikin."

GOTINA 'BES E JI ŞER RE' TÊRÊ NAKE

Şerîk destnîşan kir ku mercên heyî jî bi heman rengî ne û got, "Şerê Cîhanê yê 3'emîn li Rojhilata Navîn sor bûye. Lê belê ne tenê li Rojhilat aNavîn e. Herêmên çavkaniyên enerjiyê yên dewlemend lê ne, yên nêzî Rojhilata Navîn veguherîne qada şer. Li herêmên cuda yên cîhanê, rewşa xitimandî û neçareseriyê yê modernîteya kapîtalîst xwe bi rê û rêbazên cuda raxistiye pêş çavan. Di nava hêzên desthilatdar de nakokiyên giran rû dane. Di navbera sermayeya global de, di nava komên wê de nakokî hene. Hêzên ku bi Şerê Cîhanê yê 3'emîn re li ber hev rabûne, li cografyayên cuda yên cîhanê bi şêweyên cuda li dij derdikevin. Di nava şert û mercên wiha de, mîna mercên Şerê Cîhanê yê 1'emîn û 2'emîn wezîfe dikeve ser milê karker û kedkaran ku vê rewşê veguherînin şerê sosyalîst û şoreşger. Rabûna li ber û bilêvkirina pirsgirêkên şer, gotina 'bes e ji şer re' têrê nake. Pêwîste li dijî şer têkoşîna azadiyê, têkoşîna sosyalîst bê kirin."

'PÊWÎSTÎ BI TÊKOŞÎNEKE HEVGIRTÎ HEYE'

Cemal Şerîk diyar kir ku bûrjûvazî, hêzên kapîtalîst ne tenê li dijî çîna karker in û got, "Tevî vê yekê li dijî civakê hemû ye. Li dijî xwezayê ye, dijberê civakê ye. Li hemberî modernîteya kapîtalîst pêwîstî bi şerekî şoreşgerî yê hevgirtî heye. Ne têkoşîneke welê ye ku barê wê tenê li ser milê karker û kedkaran bê hiştin. Di heman demê de divê xweza bê parastin û têkoşîneke wiha jî bê meşandin."

Şerîk bal kişand ser pêşengiya jinan a di nava têkoşîna civakî, têkoşîna demokrasiyê de û got, "Pêwîste pirsgirêkên civakî hemû di nava yekparebûnekê de bên nirxandin. Ji ber vê yekê di nava rastiya Şerê Cîhanê yê 3'emîn de li dijî sermayeya global, li dijî modernîteya kapîtalîst divê her beşên civakê bi her rengî têkoşîneke hevpar bimeşînin. Paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê rewşeke bi vî rengî destnîşan dike."

'DERFETÊN TÊKOŞÎNÊ HEYE'

Bi dewamî Şerîk got, "Bi pêşwazîkirina 1'ê Gulanê re hin nuqteyên cuda hene ku divê mirov li ser bisekinin. Bi taybetî ji bo Tirkiye û Kurdistanê mirov dikarin vê bêjin. Êrişên qirkerî û mêtingeriyê li Kurdistanê gihîştiye asteke bêkontrol. Di demekê de ku li tevahiya cîhanê derketina derve qedexe ye, hêzên şerê taybet xwe ji qada şer venekişandine. Bi rengekî giran êrişên xwe didomînin. Komkujiyan dikin. Mexmûrê bombardûman dikin, mirovan dikujin. Bombeyan li Başûrê Kurdistanê dibarîne, mirovên sivîl qetil dike. Bombeyan li Rojavayê Kurdistanê dibarîne, mirovan qetil dike. Ji ber vê yekê pêşwazîkirina 1'ê Gulanê di rewşeke wiha de, di heman demê de li dijî dewleta Tirk a qirker pêwîstiya bi xurtkirina têkoşîna li Kurdistan û Tirkiyeyê radixe pêş çavan. Ji bo vê jî derfetên pêwîst ên têkoşînê hene. Girîng e ev rewş bê dîtin û baş bê nirxandin."

Di dawiya axaftina xwe de Şerîk got, "Bi 1'ê Gulanê ya îsal de karker û kedkar dest bi pêvajoyeke nû ya têkoşînê dikin. Bi vê wesîleyê 1'ê Gulanê careke din li karker, kedkaran û gelan pîroz dikim, şehîdên têkoşîna azadî û sosyalîzm û şoreşê bi rêz bibîr tînim."