Şerê li ser sînor dewam dike

Operasyona artêşa Tirk a li mintiqeya Botî ya li herêma Barzanê ya li Başûrê Kurdistanê, ku pêr êvarê dest pê kir, dewam dike. Di şer de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin. 3 gerîla şehîd bûn.

Artêşa Tirk pêr êvarê (26'ê Îlonê saet di 22:30 de), li mintiqeya Botî ya herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê, ku li pêşberî bajarokê Rûbarok ê navçeya Şemzînan a Colemêrgê ye, dest bi operasyonê kir. Artêşa Tirk bi helîkopteran leşkerên xwe danî herêmê û hêzên gerîla jî di cih de bersiv dan. Şerê li vê derê derket, hê jî dewam dike.

Li gorî agahiyên ji aliyê nûçegihanên ANF'ê yên li herêmê ve hatin ragihandin, di şer de 4 leşkerên Tirk hatine kuştin. Ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk 3 gerîla şehîd bûn.

Nûçegihanên me diyar kirin, ku li derdora gundên Benê û Pênda yên li dora Çiyayê Govendê û li geliyê Girana û derdora gundê Adil Begê şer dewam dike.

Artêşa Tirk ji hewa û bejahî ve bombeyan li herêmê dibarîne.