Şenyaşar: Parlamenterê AKP’yî komkujî kir, desthilatdarî jî kujeran diparêze

Malbata Şenyaşar diyar kir ku parlamenterê AKP’yî li nexweşxaneya dewletê komkujî kir, desthilatdarî jî kujeran diparêze.

Nobeta Edaletê ya ku Malbata Şenşayar 9’ê Adara 2021’an daye destpêkirin, li ber edliyeya li Rihayê di roja 704’emîn de didome.

Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji Pirsûsê hatin Rihayê, bi pankarta ku li ser hatî nivîsîn, “Edalet” dest bi nobetê kirin.

Ferît Şenyaşar bal kişand ku tevî 704 roj in di Nobeta Edaletê de ne, daxwazên wan ên edaletê nehatine bicihanîn û got: “Li qada ku em lê nobetê digirin, her roj dozgerên Komarê bi wesayîtên xwe yên luks tên û dikevin hundirê edliyeyê. Dema mijara dozê dibe desthilatdariya siyasî, mixabin dozger bê çare dimînin.”

‘PARLAMENTERÊ AKP’YÎ LI NEXWEŞXANEYA DEWLETÊ KOMKUJÎ KIR’

Şenyaşar diyar kir ku wê dîmenên komkujiya li nexweşxaneyê derbikeve holê ku parlamenter çawa bi hêza xwe ya siyasî li nexweşxaneyê dewletê komkujî kiriye û got ku wê hemû cîhan van dîmenan bibîne.

‘DESTHILATDARÎ KUJERÊ MALBATEKÊ DIPARÊZE’

Dayik Emîne Şenyaşar jî destnîşan kir ku 5 sal in kurê wê di hucreyek takekesî de tê ragirtin û ev tişt got: “Gelo ma wijdana vê hikûmetê nîn e? Malbatek qetil kirin, lê hikûmet wan diparêze. Bila êdî girtiyên bêsûc werin berdan, bila kurê min jî were berdan. Heta ku kurê min neyê berdan, em ê ji vir nerabin. Îro roja Înê ye, ez ji Xwedê dua dikim; bila heqê me ji ti kesê re nemîne, bila rastiyên ku ev hikûmet dinixumîne eşkere bibin.”