Şenyaşar: Jiyana bi rûmet, pîroz e

Malbata Şenyaşar got, "Jiyaneke bi rûmet pîroz e. Salekê li gel zext û zordariyê me li ber edliyeyê serî netewand."

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kirin. Di êrişê de hevjînê dayika Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatin qetilkirin. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî ji komkujiyê bi birîndarî xelas bû. Ji bo girtin û darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar, dayika Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 368’an de berdewam kir. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand û kurê wê Ferît Şenyaşar jî serê sibehê de hate ber deriyê Edliyeya Rihayê.

Ferît Şenyaşar, li cihê ku weke “Quncikê malbata Şenyaşar” tê pênase kirin pankarta “Hevjîn û du kurên min li nexweşxaneyê hatin qetilkirin! Lê kesek nehat girtin! Bi fermana serdestan re kurê min ev 4 sal in di hucreya yekkesî de tê girtin. Dixwazim ku kurê min di demeke herî nêz de bê berdan. Ji bo malbata Şenyaşar û hemû kesî edalet” dest bi çalakiya xwe kir.

Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî wêneyê serdana Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkin û serokên baroyên herêmê parve kir û ev peyam da: “Jiyaneke adilane û birûmet, pîroz e. Tevî hemû zextên li ber edliyeyê li me hatine kirin jî me tu carî serê xwe netewand. Têkoşîna me ya edaletê, daxwaza hemû mirovên birûmet e. Kesên ku li hemberî vê zilmê xwe li bêdengiyê danîn, rû di xwe de nabînin ku derkevin nava civakê.”