Şenyaşar: Ez ê li meclîsê bibim dengê kesên neheqî li wan bûye

Ferît Şenyaşar ku ji bo namzediya parlamenteriyê serî li Rêxistina HDP’ê ya Rihayê da û got: “Ez ê li meclîsê bibim dengê kesên bêedaletî û neheqî li wan bûye.“

Ferît Şenyaşar ê ku bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edalet kir, roja 730’emîn a nobetê, li ser banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo bernamzadiyê serlêdan kir. Şenyaşar, piştî serlêdana li Rêxistina HDP'ê ya Rihayê li avahiya partiyê daxuyanî da û di daxuyaniyê de bi lêv kir ku nobeta edaletê ya ku dane destpêkirin wê bidome û got ku eger bibe parlamenter wê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê li meclîsê jî bîne ziman.

HDP'Ê EW VEXWEND

Şenyaşar bi bîr xist ku di sala 2018'an de parêzkar û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz li dijî malbata wan komkujiyek pêk anîne û got ku qetlîama ku li kargeha wan dest pê kiriye, li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jî dewam kiriye û di encama vê komkujiyê de bavê wî û 2 birayên wî jiyana xwe ji dest dane. Şenyaşar her wiha anî ziman ku çendî birayê wî xwe parastiye jî hatiye girtin û 5 sal in girtiye û got: “Piştî vê komkujiyê 5 sal in em ji bo edaletê têdikoşin. Ev têkoşîn 2 sal in li ber Edliyeya Rihayê didome. HDP'ê jî xwest ez ji vê têkoşînê li meclîsê bidomînim û piştî şêwirê ku me di nava xwe de kir, min ji bo bernamzediyê serlêdan kir. Raya giştî tevî pêşniyazên gelek partiyan, me xwest em ji HDP'ê bibin namzed. Me jî ji ber vê ji bo namzediyê serî li HDP'ê da."

NOBEDA EDALETÊ WÊ BIDOME

Şenyaşar diyar kir ku çalakiya Nobeta Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê berdewam e û heke biçe meclîsê wê ev têkoşîn li wir bidome û got: "Min beşa aboriyê xwend lê heke ez bikevim meclîse ez ê li ser edalet û mafên mirovan bixebitim. Ez ê bibim dengê her kesê ku rastî neheqiyê û bêedaletiye hatiye. Ji Ceylan Onkol heta Kemal Kûrkût, ji Gulîstan Dokû heta Berkîn Elvan em ê hewil bidin berpirsên van kuştin û komkujiyan bên cezakirin."