Şenyaşar: 9'ê Adarê em bi hev re dengê xwe derxin

Şenyaşar bal kişande ser salvegera Nobeta Dadê û got,''Werin, 9'ê Adarê em bi hev re bibêjin, ''Li Rihayê bila dawî li hiqûqa xurtan were.''

Nobeta Dadê ya malbata Şenyaşar ku di 9'ê Adarê de dayî destpêkirin di roja 362'an de didome. Ji ber ku şemî-yekşem e, malbat nobetê li malê digire.

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand. Di peyamê de hate gotin, ''9'ê Adarê salvegera pêşî ya Nobeta me ya Dadê ye. Li ser rûyê erdê ti bawerî zilmê qebûl nake. Dayikek ev salek e li ber deriyê Edliyaya Rihayê dibêje,''Ka dad? Ka dewleta hiqûqê?'' Werin em bi hev re di salvegerê de bibêjin, ''Li Rihayê bila dawî li hiqûqa xurtan were.''