Şêniyên Silêmaniyeyê ji bo Rêberê Gelê Kurd hişyarî dan dewleta Tirk

Nerazîbûnên gelê Kurd ên ji ber nûçeyên têkildarê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe berfirehtir dibe. Şêniyên Silêmaniyeyê xwestin ku demildest agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd bigirin.

Piştî belavbûna wan nûçe û agahiyên ku têkildarê jiyana û tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistanî û dostên wê li tevahî cîhanê daketine kolanan û daxwaza hevdîtina bi Rêberê xwe dikin. Di heman demê de welatiyên Başûrê Kurdistanê jî li kolananin û daxwaz dikin ku demildest parêzer bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.

Welatiyên Silêmanî ji ANF’ê re axivîn û gotin ku eger Tirkiye xeletiyekê bike wê tiştek bi navê Tirkiye nemîne.

Welatiyê bi navê Aso Elî got: “Bang li gelê Kurd dikim ku dakevin kolanan û heya çerenûsa gelê Kurd diyar nebe kolanê vala nekin.”

Welatiyekî din yê bi navê Hêmin Kerîm diyarkir ku ev nûçe û agahiyê ku dewleta Tirk ê faşîst belavkirî wan xistiye nava fikarê û wiha pêde çû: “Daxwaz dikîn ku çiqasê zû be bi rêya parêzerên wî demildest agahiyek li ser rewşa tendirustî û azadiya Rêber Apo bizanîn.”

Welatiyê bi navê Orhan Eker jî dazanîn: “Hêvîdarin ku ev agahiyên dewleta Tirk bilavkirinî rast nebin. Baweri nakim ku Hikumeta Tirkiyê ew qasê jî nezan be ku bixwaze xeletiyek wiha bike, hemû dizanin dema dîlgirtina Rêber Apo zêdetirî 100 kesan xwe feda kir. Eger niha jî Tirkiye bixwaze tiştekî wiha bike, wê demê bi hezaran ciwan hene ku Tirkiyê ser û bin bikin û Tirkiyê ji dîrokê reş bikin.”