Şêniyên Mexmûrê bi meşeke girseyî komplo protesto kirin-NÛ BÛ

Şêniyên Wargeha Penaberan Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr), bi meşeke girseyî ya bi tevlîbûna hezaran kesî komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan protesto kirin.

Meş ji aliyê Meclîsa Gel a Mexmûr, Meclîsa Îştar û Meclîsa Tevgera Ciwanên Mexmûrê ve hevpar hate organîzekirin. Meşa ku bi hezaran kes tevlî bûn ji pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir.

Di meşê de bê navber dirûşmên daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihate kirin û komplo şermezar dikir hatin qîrkirin.

Meş li pêşiya Navenda Çand û Huner a Mexmûrê (NÇHM) rawestiya û li vir deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdan hate girtin.

Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek ve hat xwendin.

Îşlek di şexsê şehîdên ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ û hemû şehîdên azadiyê bibîr anî. Îşlek bal kişand ku komplo di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn pêk hatiye.

Îşlek anî ziman ku komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê 22 sal in dewam dike û got: “Bi komployê xwestin ku têkoşîna gelê Kurd tesfiye bikin. Bi milyonan kes li dora Rêber Apo bûn xelek. Rêber Apo tevî hemû şertên giran ên sîstema Îmraliyê bi berxwedana xwe komplo vala derxist.” Îşlek diyar kir ku îro jî bi rêbazên cuda komplo didome.

Îşlek bang ki ku hemû mirovahî 10’ê Cotmehê weke Roja Azdiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşwazî bikin.

Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’, ‘Keske nikare Roja me tarî bike’ û ‘Bimre komploya 9’ê Cotmehê’ bi dawî bû.