Şêniyên Mexmûrê: Em dorpêça li ser Mexmûrê qebûl nakin

Çalakiya konvedanê ya şêniyên wargeha Mexmûrê a dijî dorpêç û têlkirina derdora wargehê, bi daxuyaniyek çapemeniyê bi dawî bû. Şêniyan diyar kirin ew dorpêça li ser wargehê qebûl nakin.

Di 27’ê Kanûna 2021’an de hêzên Iraqê ji nişka ve xwestin bikevin Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin. Li ser vê yekê gelê wargehê herikî seytereyê û nerazîbûnên tûnd nîşan dan. Piştî nerazîbûn û hevdîtinan, hêzên Iraqê paş de kişiyan.

Li ser vê yekê di 1’ê Çileya 2022’an de li dijî têlkirinê, li nêzî seytereya wargehê konê çalakiyê hate vedan. Îro ji aliyê komîya çalakiyan a wargehê ve bi daxuyaniyekî dawî li çalakiyê hat.

Beriya ku daxuyaniya çapemeniyê were dayîn, deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdan hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê komîteya çalakiyê Hevserokê Dîwana Meclisa Gel Neşad Kara axivî.

Neşad Kara da zanîn ku şêniyên wargehê 28 sal in ji ber zilm, zordarî û polîtîkayên înkar û îmhayên dewleta Tirk, li ser axa xwe koçber bûne. Kara da zanîn ku di pêvajoya koçberiyê de her tim bi çewisandin, dorpêç û êrişan re rû bi rû mane û wiha domand: “Di vê pêvajoyê de gelê wargehê her tim li gorî zagonên navneteweyî tevgeriyane. Li ti cihê bicihbûyî ti metirsî çênekirine. Lê rexmê van nêzîkatiyên gelê wargehê jî, Hikumeta Herêmê her tim xwestiye dora wargehê dorpêç bike û gelê wargehê bi belavbûnekê re rû bi rû bihêle.

Herî dawî Hikumeta Iraqê, li ser xwesteka PDK’ê dewleta Tirk xwest ku derdora wargehê têl bike. Gelê wargehê li hemberî vê dorpêçê sekna pêwîst raber kir û bi çalakiyek ya konvedanê helwesta xwe da nîşandan. Di encama vê çalakiyê de peyama ku gelê wargehê dixwest bide raya giştî û rayedarên Hikumeta Herêmê gihiştiye cihê xwe. Ji ber vê yekê em çalakiya xwe bi dawî dikin. Lê wê li hember her cûre êrişên ku li ser wargehê were ferzkirin em ê bi çalekiyên cur be cur bertek û nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Ji bo vê yekê daxwaza me ji Hikumeta Iraqê heye ku li ser dawazên dewleta Tirk tevnegerin. Gelê wargehê wê bi têkoşîn û berxwedana xwe li vîna xwe xwedî derbikeve.”

Daxuyanî bi diruşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’ û ‘Bijî berxwedana Mexmûrê’ bi dawî bû.