Şêniyên Mexmûrê bang kirin: Li dijî êrişên kîmyewî serî hildin

Komîteya Perwerdeyê ya Mexmûrê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî şermezar kir û bang li gelê Kurd kir, ku li dijî vê bêexlaqiyê serî hildin û dawî li zilm û zordariyê bÎnin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Komîteya Perwerdeyê li ber Parka Şehîd Aryen Cûdî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk bi daxuyaniyeke şermezar kirin. Beriya ku daxuyanî were dayin dqeyek rêz ji bo bîranîna tevahiya şehîdên Kurdistanê hat girtin. Piştî rêz girtine daxuyanî ji aliyê xwendekar Meryem Bûlût ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dagirkeriya Tirk a ku hertim dibêje, 'Kurd birayê me ne' gelê me yê hejar û belengaz bi vî awayî dixapîne û li gelek deverên cîhanê binavê olan dide kuştin. Lê malbata kesê hatî kuştin ji nikarin şîna xwe bi zimanê xwe bikin. Li aliyê din ev dagirkeriya bê exlaq û bê wijdan bingehê dewleta xwe ya xwînmij li ser tinekirina Kurdan daniye. Ji ber wê bi avakirina komarê re dest bi qirkirina Kurdan kirin.

Van bê rûmetan tevayî qenciyên Kurdan ji bîrkirin, li şûna qenciyên wan di her alî de lez dan qirkirina Kurdan. Li aliyekî qedexekirina ziman û çanda Kurdî, li aliyê din bi egerên cûda çewisandin û qirkirinên fîzîkî pêk anîn. Her çiqas çend caran li hemberî vê hovîtiyê Kurdan serê xwe rakiribin jî, lê serhildanên wan bi hovîtiyên hin mezintir dan tinekirin û bê cûdabûna jin û zarokan bi sed hezaran Kurd hatin qetilkirin.

Ji bo ji vê hovîtiyê re bêje êdî bese, PKK hat damezrandin. Lê dewleta dagirker weke her car serî li rêbazên tinekirinê da, lê PKK ne weke serhildanên din bû. Li hemberî hemû êriş û hovîtiyan li ber xwe da û her ku çû mezin bû. Dagirkeriya ku li hemberî hêzên PKK’ê bê çare mayî, bi hezaran gund şewitandin. Her wiha bi hezaran rewşenbîrên Kurd dan qetilkirin, bi vê jî têr nebûn ji bo destketiyên Kurdan tinebikin êrişî Bakur û Rojava jî kirin. Her çiqas li wan deveran Kurdên xwefiroş alîkariya wan kiribin jî, lê li rastî berxwedana hezên azadiya Kurdistanê PKK'ê hatin.

Dewleta dagirker a ku para xwe ji mirovahiyê negirtî, bi çekên qedexekirî êrişên xwe yên li ser Kurdistanê berdewam kirin. Bi desthilatdariya AKP û MHP'ê hovîtiya vê dewleta dagirker gihişt lûtkeyê. Niha di van kêliyan de bi tonan madeyên kîmyewî dirijînin li ser gelê Kurd û dixwazin bi bombeyên kîmyewî hêzên berxwedêr ên Kurdistanê tine bikin. Kîmya li ser her çar parçeyên Kurdistanê dibarîne û bi vê kîmyayê ciwanên Kurd û xwezaya Kurdistanê tine dike.

Em weke xwendekar û mamostayên wargeha Şehîd Rustem Cûdî vê hovîtiya dagirkeriya dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin, li vir em bang li tevahî Kurdistaniyan dikin ji bo em tine nebin divê li hemberî vê bê exlaqiyê serî rakin û dawî li zilm û zordariyê bînin."

Daxuyanî bi dirûşmên 'Biji Rêber Apo', 'Bijî Berxwedana gelê Kurd', 'Bimire dagirkerî û hevkarên wan' bi dawî bû.