Şêniyên herêma Bradostê ji bo diyalogê bang kirin

Şêniyên herêma Bradostê nerazîbûn nîşanî siyaseta şerxwaziyê dan û banga diyalogê li hemû hêzên Kurdistanî kir.

Nerazîbûna dijî siyaseta şerxwaz a PDK'ê roj bi roj li nava xelkê Başûrê Kurdistanê zêde dibe. Di vê çarçoveyê de çalakvan û ciwanên Herêma Biradostê dijî siyaseta şerxwaz daxuyaniyek nivîskî belav kirin.

Di daxuyaniyê tê gotin ku dijmin dixwaze PKK û PDK’ê bi hev bixe û ev jî gelek metirsîdare, ji bilî şehîdbûna ciwanên Kurd şer wê bi xwe re malwêraniya xakê bîne. Hate gotin ku wê dijmin ji şer hêz bigre û bigihêje armanca xwe.

Di dewama daxuyaniyê hate gotin; "PDK hêz û çekên giran ji welatên weke Tirkiyeyê kom dike. Divê em hemû bizanin ev çek wê bibin belaya her dû partiyan jî û wê di dagirkirina dijmin a ji bo xaka Başûr de jî werin bikaranîn."

Di dawiya daxuyaniyê de li ser navê xelkê Biradost bang li berpirsên PDK û PKK’ê hate kirin da ku pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin û berê xwe nedin şer.