Şengaliyan Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin

Hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Biro Berkat û berpirsê şeredariya Şengalê Xeyro Qasim komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an hatibû pêk anîn bi tundî şermezar kirin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Biro Berkat û berpirsê şeredariya Şengalê Xeyro Qasim ku 9’ê Cotmeha 1998’an komploya navnetewî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, bi pîlanek qirêj hatibû pêk anîn, di salvegera 22’an de ji ANF’ê re nirxandin.  

Biro Berkat bal kişand li ser komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatibû kirin, da zanîn dewletên navnetewî bi komployekî pir bi hesap û tejî berjewendiyên xwe li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û wiha domand: “Berî 22 salan Rêberê me bi komployekî navnetewî, bi destên dewletên serwer û bi pîlanên qirêj hat dîlgirtin û radestî dewleta Tirkiyê kirin. Em wek Meclîsa Gel a Şengalê bi tundî vê komployê şermezar û nefret dikin. Wek tê zanîn ev pîlana ku bi destên dewletên zirhêz li ser Rêberê mirovahiyê û gelê Kurd hat pêk anîn, hemû ji bo meslehet û berjewendiyên xwe bûn. Ji ber ku Rêberê me azadiya hemû mirovên bindest dixwest û ew mîsogeriya aşitiya Rojhilata Navîn bû.”

Berkat da zanîn Rêberê APO hemû jiyana xwe ji bo gelê xwe û gelê bindest azad bibe û aramiyek bikeve Rojhilata Navîn kar kir û axaftinê xwe wiha domand: “Rêber Apo hemû jiyana xwe ji bo gelê Kurd azad bibe kar kir. Ev 22 salin li ser Rêber Apo bi destê dewletên serdest bi destê dewleta Emerîka tecrîteke girankirî heye. Ev bê huquqî û bê edaletiyek pir mezin e. Nabe mirovek wek Ocalan, kesek ew qas aşîtîxwaz bi zindanekî weke Îmraliyê de bê dîl girtin.”

Berkat wiha domand: “Em wek civaka Êzidî pêngava ku me bi hemleya ‘NA ji bo ferman û qirkirinê dem dema xweseriya Şengalê ye’ ji bo azadiya Rêber Apo heta mîsoger nebe em ê têkoşîna xwe bi hemû rêbasên çalekiyan bidomînin.”

 Yek ji berpirsê Şaredariya Şengalê Xeyro Qasim bal kişand li ser komploya navnetewî ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi destê komologeran dîl hate girtin û ev 22 salin di zindanekî takekesî de tê ragirtin û got:” Em vê komploya ku bê huquqî li ser Rêber Apo hat kirin, bi nefret şermezar dikin. Wek civaka Êzdidî ku xwe bi ramanê Rêber Apo rêxistin dikin, em ê ji bo azadiya wî heta dawiyê têkoşîn bikin û xwe rêxistin bikin.”

Qasim di dawiya axaftina xwe de wiha bang kir: “Pirştî kareseta fermana 3’ê Tebaxa 2014’an şûn ve civaka Êzidî xwe bi fikre Rêber Apo nas kir. Bang li hemû Êzidiyan dikin ku xwee bi fikrê Rêber Apo nas bike, xwe rêxistin bikin û dijî hemû fermana hêza têkoşîna bilind bikin ku bikarîn mîsogeriya azadiya Rêber Apo bi xweseriya Şengalê dest bînin. Azadiya Rêber Apo, mîsogeriya xweseriya Şengalê ye.”