Şengaliyan daxwazên xwe ji rayedarên Iraqê re ragihandin

Li Şengalê piştî meşa girseyî, nûnerên gel û rêveberiya Şengalê bi rayedarên leşkerî yên Iraqî re rûniştin. Şengaliyan daxwaza xwe ya ji bo rêveberiya xwecihî careke din ragihandin.

Piştî meşa li navenda Şengalê ku bi hezaran kes tevlî bûn, heyetek ji nûnerên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û rûspiyên civaka Şengalê bi rayedarên leşkerî yên Iraqî re hevdîtin kir.

Hevdîtin li Navenda Leşkerî ya Artêşa Iraqê ya li Şengalê pêk hat. Li gorî nûçeya Rojnewsê, heyeta Şengalê careke din bal kişandin ser girîngiya îradeya Şengalê û destnîşan kirin ku wê xwedî li îradeya xwe derkevin.

Heyetê careke din daxwazên xwe yên rêveberiya xwecihî bi rengekî nivîskî ji aliyê Iraqê re ragihand.

Li gorî agahiyan, rayedarên leşkerî jî diyar kirin ku wê vê daxwaza wan bigihînin Bexdayê.