Şengalî bi rayedarên Iraqî re hevdîtinê dikin

Piştî meşa li Şengalê ku bi hezaran kes tevlî bûn, heyetek ji Meclîsa Şengalê û rêxistinên civakî yên Şengalê bi berpirsyarên Iraqê re hevdîtin kir.

Bi hezaran Şengalî ji serê sibehê ve ji gundên derdorê berxwe dan navenda Şengalê û tevlî meşê bûn. Li gel astengiyan li gelek nuqteyan jî pêşî li meşê nekarî bê girtin.

Rûspî, siyasetmedar û rêveberên herêmê li refên herî pêş ên meşê bûn.

Dİ meşê de lihevkirina Hewlêr-Bexda-Enqere ya li dijî Şengalê hate şermezarkirin. Hikumeta federal a Iraqê herî dawî gef li hêzên xweparastinê yên Şengalê xwaribû ku di nava 24 saetan de divê ji bajêr derkevin. Rêveberiya xweser a Şengalê jî ev ultîmatom red kir û biryara meşê da.

Meşê li gorî dema herêmê nîvro dest pê kir û dirûşmên "Bijî berxwedana Şengalê", "Bijî berxwedana dayikan" hatin qîrîn. Çalakgeran alên Asayîşa Êzidxanê hildan û li cihekî nêzî nuqteyeke hêzên Iraqê daxuyanî dan.

Alîkarê Hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Bîrahîm bi navê girseyê daxuyanî da û diyar kir ku wê nehêlin Şengal careke din bibe qurbanê hesabên siyasî.

Bîrahîm got, "Em êdî xwedî hêz in, saziyên me, meclîsên me, parastina me heye. Li vê derê nûnerên gelên Şengalê hemûyan heye. Ne aliyê partiyekê tenê ne. Em ji bo Asayîşa Êzidxanê li vir in. Eger di sala 2014'an de Asayîşa Êzidxanê hebûya wê ferman nebûya, wê dayikên me, xwişkên me nebûna qurbanê êrişan."

Bîrahîm diyar kir ku gelê Şengalê daxwaza rêveberiya xweser dike û got, "Em li dijî qanûnên Iraqê nînin. Di çarçoveya qanûnên dewleta Iraqê de em mafên xwe dixwazin. Li gorî destûra bingehîn a Iraqê em daxwaza mafê rêveberiya xwe dikin. Qirkirina gelê me mafê xweseriyê li gelê me rewa dike."