Şengaliyan biryara DYA'yê şermezar kirin

Biryara DYA'yê ya li ser sê rêveberên pêşeng ên PKK'ê ji aliyê sazî, meclîs û rêxistinên li Şengalê ve hate şermezarkirin. Sazî û rêxistinan diyar kirin ku PKK'ê di ber axa Êzidiyan de bi sedan şehîd daye.

Biryara DYA'yê ya li ser 3 kadroyê pêşeng ên PKK'ê li Şengalê jî hate şermezarkirin. Saziyên li Şengalê li ser mijarê daxuyaniyeke hevpar weşandin û biryar şermezar kirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê gel û saziyên Şengalê, em biryara DYA'yê ya li ser 3 têkoşerên Kurd bi tundî şermezar dikin.

Me di dema şerê DAÎŞ'ê yê sala 2014'an û rojên fermanê de helwesta DYA'yê ya li pêşberî civaka Êzidî dît. Niha jî em helwesta DYA'yê ya li dijî 3 têkoşerên Kurd dibînin.

DYA'yê heta niha li dijî êrîşên li ser gelê me helwest nîşan neda. Lê belê bi saya destwerdana 3 rêveberên PKK û KCK'ê, gelê Kurd bi rengekî bêhempa têkoşiya. Di oxira jin û dayikên me de bi sedan şehîd dan.

DYA li şûna ku biryareke bi vî rengî ya pêkenok bide, dikarîbû bal bikişanda ser azadkirina bi hezaran Êzidiyên di komkujiya 2014'an de hatin revandin.

Bi navê gelê Şengalê em dixwazin vê yekê careke din bêjin, ev biryar wê bi kêrî dijminên gelê Kurd bi taybetî dijminên civaka Êzidî were.

Her ku rojên reş bên bîra me, em ê bi hemû hêza xwe bi nêrîna azad û lîderên xwe yên têkoşer re bin. Ev biryar wê têkoşîna me qels neke, wê bibe sedem ku têkoşîna me xurtir bibe."