Şengalî li dijî peymana li ser Şengalê dimeşin-HATE NÛKIRIN

Şêniyên Şengalê li dijî peymana ku bêyî wan di navbera hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê de li ser Şengalê hate amadekirin, dest bi meşê kirin.

Di 9'ê Cotmehê de rêveberiya Bexda û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê li ser Şengalê di nava xwe de peymanek îmze kirin. Ev peymana ku bêyî tevlîkirina şênî û rêveberên Şengalê hate amadekirin, li Şengalê bû sedema hêrseke mezin.

Şêniyên Şengalê ji bo helwesta xwe li dijî vê peymana li derveyî wan hatiye amadekirin nîşan bidin, li navenda şengalê li hev kom bûn.

Nûnerên Êzidî, Ereb, Sûne, Şîa, serokeşîr, oldar, rêxistin û partiyên herêmê, bi kurtasî nûnerên hemû pêkhateyên Şengalê tevlî vê meşê bûn.

Girseya gel bi hildana pankartên bi nivîsa "Em ti biryarên li derveyî îradeya gelê Şengalê qebûl nakin", "Em desthilatdariya Herêma Kurdistanê ya li ser Şengalê qebûl nakin" dest bi meşê kir.

Di dawiya çalakiyê de wê li Çerxerêya Qibayilê daxuyaniyek hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dema ne hêzên Iraqê û ne jî hêzên Herêma Federal a Kurdistanê li dijî DAÎŞ’ê tiştek nekirin, wan berdêlên giran dane û li ber xwe dane.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser vî tiştî ku vê peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê derveyî îradeya Şengalê hatiye kirin û hate gotin, “Ev biryar ji aliyê kê ve were stendin, em tu carî qebûl nakin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku du daxwazên wan hene û hate gotin, “Divê gelên Şengalê tevlî biryarên li ser rêveberiya bajêr bibe û ji bo hevdîtinên derbarê Şengalê û tevlêbûna gelên herêmê komîteyek were avakirin.”