Şemzînan û gerîlayên wê - II

Piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj em ji Xakurkê digihêjin Şemzînanê. Şemzînan ji destpêkê ve di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de xwedî cihekî girîng e. Em li Şemzînanê didin ser şopa gerîla.

Me li quntara çiyayekî bêhn veda. Çiya û newalên li pêşberî me bi rengê xwe yê efsûnî û bi heybet bandoreke mezin li mirovan dike. Bi pêşengiya gerîla Zagros me ji nû ve dest bi meşê kir. Piştî demeke kin me xwe berdan nava newalekê. Roj çû ava û em li nava newalê li qiraxa çem dimeşin. Diviyabû em derbasî aliyê din ê çem bûna. Gava ku me xwe ji şiverê berdan ber çem, me dît ku teleferîkek li ser rêya me ye. Gerîla bi henekî got, "Derbasbûna ji vir bê pere nabe, yê pere bide dikare derbas bibe". Teleferîka ku ji text hatiye çêkirin, bi werîsên ji pola yê bi metreyan dirêj hatiye daliqandin. Destpêkê gerîla Zagros derbasî aliyê din ê çem bû. Piştre gerîla Bahtiyar. Dor hat me. Me teleferîka vala ber bi aliyê xwe ve kişand. Tevî gerîla Zana ez li teleferîkê siwar bûm. Pêşengên me Zagros û Bahtiyar jî ji aliyê din ve teleferîk kişand. Piştî ku em ji çem derbas bûn min ji gerîla Zagros pirsî bê ev berhema bedew çawa çêkirine. Got, "Her yek ji van alavan gelekî giran e, lê bi rê û rêbazekê dikarin werin hilgirtin. Ev malzeme ji aliyê hostayên teleferîk ên gerîla ve tên neqandin û piştre ji bo amadekirina teleferîkê tên amadekirin. Dema pêwîstî pê hebe heval tên bi rojan li ser dixebitin û teleferîkê çêdikin. Teleferîka ku tê amadekirin di cih de nayê bikaranîn. Wextekê tê ceribandin û piştî bi ewlehiya wê piştrast dibin, hingî tê bikaranîn."

GERÎLA ZAGROS

Piştî ku em derbasî aliyê din ê çem bûn, bi qasî du saetan meşiyan û em gihîştin cem komeke gerîla. Ev der cihekî bêhnvedanê yê gerîla ye, ku gerîlayên ji herêmên din tên li vê derê disekinin û bêhnê vedidin. Gerîlayê nobedar ji me re şorbeya nîskan a ku êvarê amade kiribûn û zeytûn anî. Me xwarina xwe xwar û di ber re sohbet kir. Di sohbetê de yê ku herî zêde bal dikişand gerîla Zagros bû. Zagros ji Rojavayê Kurdistanê ye. Gerîlayekî HPG'ê yê ji Efrînê ye. Sala 2008'an li Lubnanê tevlî nava refên PKK'ê bû. Piştî ku demekê li herêmên Cîlo û Zagrosan wezîfe kir, wextekê li Xakurkê ma. Demeke dirêj li Şemzînanê ma. Zagros li devera herî giran a şer ma. Sala 2012'an bi awayekî çalak cihê xwe di nava pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî de girt. Di nava 10 salên gerîlatiyê de gelek caran ji mirinê rizgar bû. Ji liv û tevgera xwe, ji axaftina xwe tê fêhmkirin ku yekî zindî, çalakî û xwedî tecrûbe ye. Gerîla Zagros destnîşan dike ku şerê mezin bi dayina berdêlên mezin dikare bê biserxistin û dibêje, "PKK'ê berdêla ku divê ji bo azadiyê bê dayin, jê zêdetir da û hîn jî dide. Gelek rêxistin nekarîn li ser piyan jî bimînin û tasfiye bûn. Serketineke mezin e ku PKK li ser piyan ma. Mayina li ser piyan a PKK'ê bingeh ji gelek pêngavan re amade kir. Weke ku min got, berdêla xwe giran bû; bi sedan heval di şer de şehîd bûn. Bi hezaran heval li zindanan teslîm nebûn, li ber xwe nedan û hîn jî li ber xwe didin. Gelê me jî gelek şehîd dan. Em ê ala şoreşa Kurdistanê heta dilopa dawî ya xwîna xwe hildin û radestî nifşên piştî xwe bikin."

GERÎLATÎ MEŞA BER BI HÊVIYÊ VE YE

Me bi baldarî li gotinên gerîla Zagros guhdarî dikir. Ji me re got ku êdî bûye dereng û rêwîtiyeke zehmet li benda me ye. Em ê 10 saetên din bimeşiyan û diviyabûn em sibê zû rabûna. Me betaniya gerîla li xwe gerand û li bin stêrkan bi xew ve çûn.

Danê sibehê bi dengê 'Rojbaş' ê gerîlayekî em hemû hişyar bûn. Tevî gerîla em li dora êgir rûniştin. Hejmara gerîlayên li nuqteya bêhnvedanê ji ya êvarê zêdetir bûbû. Cihê em lê weke mêvanxaneya gerîla bû. Piştî ku me taştê kir, yekser em bi rê ketin. Gerîlatî di heman demê de tê wateya meşê. Gerîla meşa dirêj a ber bi hêviyê ve ye.

Gerîla Bahtiyar ku yekî ciwan û rû li ken e, sala 2016'an tevlî nava refên PKK'ê bû. Bahtiyar di rê de dibêje, "Mirov li çiyê bi her tiştên bedew dihesin. Eger mirov hemû demsalan nebîne, mirov tehma yekê jî nake. Tehma her yekê cuda ye. Li nava gerîla hîn bêhtir cuda û bedew e."

Em bi saetan ber bi qiyame ve meşiyan. Li ser rêya me qet av tine bû. Gerîla Zagros digot, "Hinekî din jî li ber xwe bidin. Piştî kêliyeke din em ê xwe bigihînin cihekî ku ava cemidî lê ye."

Her ku em berjor dibûn, xem û rewşa Şemzînan hîn bi zelalî xuya dikir. Min jî hewl dida vî dîmenê bedew bi kameraya xwe bikişînim. Piştî meşa saet û nîvekê ya bi qiyame ve, em gihîştin ava cemidî ya ku gerîla Zagros qalê dikir. Li ser serê vî çiyayê bilind hebûna vê kaniyê tiştekî bêhempa bû.  Piştî ku me bi têra xwe av vexwar, gerîla Cesûr nan, zeytûn û bîvaza ji çenteyê xwe derxist, danî ser kevirekî û ji me re sifreyek xwarinê amade kir.

NAVENDA ŞEMZÎNANÊ DIBÎNIM

Me nîv saetê bêhn veda û ji nû ve dest bi meşê kir. Her ku em nêzî ser lûtkeya çiyê dibûn ba hîn bêhtir hênik û dijwar dibû. Gava ku me xwe gihand lûtkeyê, ji nuqteyeke gerîla piraniya navenda Şemzînanê dihate dîtin. Lûtkeya van çiya û girên bilind, ku me navê wan ji nûçeyan bihîstine, hemû bûne kelehên gerîla.

Gerîla Bahtiyar ku ji Şemzînanê ye dibêje, "PKK'ê sala 1984'an li vê derê guleya destpêkê berda mêtingeriyê. PKK ku wê wextê ji çend kesan pêk dihat niha bûye bi milyonan mirov. Wê wextê em li beşeke biçûk a vê herêmê bi cih bûbûn. Hejmara me ne zêde bû. Em li ser erdnîgariya Kurdistanê bi temamî ne serdest bûn. Lê niha, ji Xakurkê heta Şemzînanê, ji Serhedê heta Amanosan û Derya Reş, ji Şaho heta Zagrosan, ji Dersimê heta Amedê piraniya erdê Kurdistanê di kontrola me de ye."

Piştî meşeke ji sê saetan em li ber kaniyekê sekinînin û me dîsa bêhn vedan. Xwarina me ya vê carê jî nan, zeytûn, pîvaz û mewîj bû. Li ber bê, dengê çem û çûkan me xweş bêhn vedan.

Beriya ku roj biçe ava diviyabû em bigihêşta kampa gerîla. Lewma me dest bi meşê kir. Piştî wextekê me dît ku gerîlayên bi navê Sîpan û Egît hatin pêşiya me.

KAMPA LI ŞIKEFTÊ

Me da dû gerîla Egît û Sîpan û berê xwe dan kampê. Li dû meşa ji nîv saetê di nava daran de em ber bi girekî ve hilkişiyan. Roj êdî çûbû ava. Em gihîştin ber tehtekî. Gerîla Sîpan got, "di dawiya dawî de me gihîştin." Min li derdora xwe nihêrî, lê kamp nedît. Gerîla Sîpan ku dît ez matmayî mame got, "Çi bû, gelo te cihê me ne eciband?" Min jî jê pirsî bê kamp li ku ye? Gerîlayên li derdora min ji ber vê pirsê keniyan. Gerîla Egît bi destê min girt û bir ber şikeftekê ku ji dûr ve mirov nedidît. Em ketin nava şikefteke xwezayî ku kampa gerîla lê bû. Ev der cihekî welê ye ku bi gotina gerîla, 'ne hawan, ne obus, ne jî bombeyên ji balafiran tên avêtin bandorê li vir nake'.

Wê bidome...