Şemzînan û gerîlayên wê -I

Piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj em ji Xakurkê digihêjin Şemzînanê. Şemzînan ji destpêkê ve di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de xwedî cihekî girîng e. Em li Şemzînanê didin ser şopa gerîla.

Piştî ku me demeke dirêj êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li herêmên Bradost û Xakurkê yên Başûrê Kurdistanê şopand, em dixwazin berê xwe bidin Bakurê Kurdistanê ku şer lê giran e. Bi vê armancê em xwe ji meşeke dûr û dirêj re amade dikin.

Piştî ku roj çû ava me dest bi meşa xwe ya ber bi Şemzînanê kir. Ji nava teht û latên dijwar, li nav newal û girên bilind em dimeşin. Li gel koma gerîla ya ku em bi hev re dimeşin, me biryar dan ku ji bo demeke kin bêhnê vedin. Vê erdnîgarê gelek qralên weke Nemrûd, Sargon, Darîûs û Îskender dît. Ev warê ku berê serî netewand, niha jî di şexsê gerîlayên Kurdistanê de vê sekna xwe ya serhildêr nîşan dide û tawîzê nade.

Meşa me li quntarên çiyê dewam dike. Derdora me bi çem û sûlavan xemiliye, mîna ku bi xêrhatina me dikin.

Ji newalê ve em ber bi qiyame ve diçin. Em li cihekî welê dimeşe ku lingê mirovan hinekî bişemite wê yekser di kendêl re wer bibe. Roj hêdî hêdî diçe ava. Gerîla ji şevê û meşa şevê hez dike. Di tarîtiya şevê de gerîla şopa lingê xwe baş zane. Meşa bi şevê ji bo gerîla qet ne zehmet e. Destpêkê hinekî bi mirovan zehmet e, lê piştre mirov hîn dibe û mîna ku di rêyeke rast de dimeşe mirov li qiraxa zinaran dimeşin.

PIŞTÎ MEŞA BI 6 ROJAN

Piştî meşeke ji 6 rojan em digihêjin cihekî gerîla ku li nava tehtan û li binê daran e. Nîvê şevê em digihêjin cem vê koma gerîla. Ji bo em bêhnê vedin û zikê xwe têr bikin, me dibin hundirê şikeftekê. Li dû xwarinê me ji çaya navdar a gerîla vexwar. Hevrêyên bi min re meşiyan, mîna ku bi rojê ew nemeşiyane, bi hevalên xwe yên gerîla re sohbetê û henekan dikin. Koma gerîla ya ku em bûn mêvanê wan ji me xwest ku em hinekî isrehet bikin ji bo karibin piştî çend saetan rêwîtiya xwe bidomînin. Bi berbanga sibehê re em alavên xwe didin hev û dest bi meşê dikin. Ji qiraxa çem û ji nava zozanan em dimeşin. Piştî meşa nava rojê, nîvê şevê me xwe gihand herêma Şemzînanê.

EM GIHAŞTIN ŞEMZÎNANÊ

Piştî ku me xwe gihand herêma Şemzînanê em li cihekî sekinîn û li benda yekîneya gerîla man ku bê pêşiya me. Nîvê şevê du gerîla ji nava lat û zinaran hatin dîtin. Dema ku gihîştin cem me, silav dan me û gotin "Hûn bi xêr hatine Şemzînanê, bi xêr hatine Bakurê Kurdistanê." Ji me xwestin ku em tavilê bi rê bikevin û dan pêşiya me.

GERÎLA ZAGROS QALÊ DIKE

Yek ji gerîlayan Zagros ji me re qala çîroka Şemzînanê dike. Şemzînan ku di nava rêzeçiyayên Zagrosê de ye, ji Pêngava 15'ê Tebaxê û vir ve ji bo gerîla bûye yek ji baregehên sereke. Şemzînan bi şikeft û newalên xwe bûye war ji gerîla re. Ji salên 1980'î û vir ve bûye stargeha gerîlayên PKK'ê.

ŞEMZÎNAN

Li newaleke kûr û berfireh e ku bi çiyayên bilind dor lê hatiye girtin. Li nava Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ye. Lewma ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û têkoşîna gerîla cihekî gelekî girîng e. Li gorî serjimartina dawî nifûsa xwe 63 hezar e. 13 hezar jê li navenda navçeyê ne, yên din jî li gund in.

Cihekî stratejîk e axa wê bi Çemê Şemzînanê ku baskekî Ava Zê ye tê avdan. Li bakurê wê Çiyayê Spîrezê heye. Navçeya nêzî wê jî Gever e. Li aliyê wê yê rojhilat Girê Şehîdan, Girê Teyra û Çiyayê Delamperê hene. Li başûrê wê çiyayên Goste, Karker, Evdilkovî û ji binya wê jî çemê Hecîbegê diherike. Di zimanê gerîla de navê vê herêmê rêzeçiyayên Zagrosê ye. Geliyê Herkî, Geliyê Nehrî û Geliyê Benbo geliyên xwe yên navdar e. Çavkaniyên xwe yên avê jî Basya, Hecîbeg, Nûxayla û Herkî ne.

KURTE DÎROKA ŞEMZÎNANÊ

Bi dorê; Sumer, Akat, Ûrartû, Asûr û piştre jî Med, Babîl û Pers li herêmê bûn xwedî hikum. Tê gotin ku bi Îskender re Makedonyayî û Sîlveskosî xwestin li herêmê serwer bin. Di dema xalîfetiya Hz. Omer de dema ku derbasbûna nava Misilmantiyê dest pê kir, di serdema Yavûz Sûltan Selîm de Osmanî lê serwer bû.

REWŞA XWE YA CIVAKÎ

Tevî gelek eşîrên xwe yên biçûk, eşîrên herî mezin û diyarker ên herêma Şemzînanê ev in: Pînyanîş, Herkî, Zerzan, Gerdî, Jîrkî, Xumaray û Dîriyan. Eşîr hemû di nav hev de ne, lê belê Gerdî û Herkî hîn bêhtir komkirî ne. Zerzanî bi giranî bazirgan in û welatparêz in. Herkî xwedî jiyaneke xwezayî ne. Lewma hîn bêhtir humanîst û welatparêz in.

Gerdî eşîreke serhildêr e. Gelekî dilsozê ax û azadiyê ye. Otorîteya ti dewletan nas nake. Li gel serhildêriya xwe, eşîreke şervan e. Reseniya xwe parastiye. Ji ber xeta çete-tasfiyekar a di nava Tevgera Azadiyê de derket, têkiliya bi vê eşîrê re qels kir. Eşîra Gerdî bi hêsanî ji kesî bawer nake, dema ku ji yekî bawer kir, heta mirinê pê re dimîne. Beşeke mezin a vê eşîrê ya ajan ya jî sîxur e.

Xumarayî bazirgan in û têkiliya xwe bi kesî re xera nake. Li gorî hevsengiyan tevdigere. Beşek ji vê eşîrê karê sewalkariyê dike. Piraniya wê jî welatparêz e.

REWŞA XWE YA COGRAFÎK

Şemzînan herêmeke çiyayî ye. 45 ji sedî daristan e. 41 ji sedî yê erdê wê ji çandiniyê re nabe. 10 ji sedî yê erdê wê çar-pênc mehan weke çêrgeh tê bikaranîn. 4 ji sedî yê erdê wê ji çandiniyê re dibe. Darên wê bi giranî berû ye.
Çiyayên herî girîng ên li herêmê; Girê Katîna yê li herêma Rûbarokê, Karadag ê li herêma Ortaklarê, Tahtataş Tepe, Sungu Tepe u Akpinar Dagi ne. Çiyayên Eldîr, Elmîra, Geverokî jî li derdora navçeyê ne. 25 zozanên wê hene. Yên gerî girîng jî Helana, Geverok, Bestereş û Kanî Heyder e.

ABORIYA WÊ

Ava ji çiyayê wê diherike nava Çemê Şemzînanê. Li aliyên bejahî gelek zozan hene ku ji bo sewalkariyê gelekî girîng in. Aboriya Şemzînanê jî bi giranî li ser karê sewalkarî ye. Bazirganiya heywanan lê xurt e. Rûnê nivişk, penêr û berhemên ji şîr çêdibin, li herêma Şemzînanê navdar in. Mêşên hingiv jî lê tên xwedîkirin. Hingivê Şemzînanê li gelemperiya Kurdistanê û Tirkiyeyê tê naskirin. Ji ber rewşa xwe ya çiyayî, çandinî lê kêm e.

ŞÛNWARÊN XWE YÊN DÎROKÎ

Qesra Kayme, Qesra Kelatê, Pira ji kevir, Tirba Seyît Abdullah-i Şemzînanî, Goristana Seyît Taha-î Hakkarî, Dêra Reş û Qesra Hilweşiyayî...

Wê bidome...