Şeladizê cara duyemîn rabû ser pêyan, ultîmatom da

Gelê Şeladizê piştî saleke din li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û PDK a ku destûrê dide êrîşan rabû serhildanê. Vê carê daxwaz zelal bûn, divê baregeha Tirkan were girtin, êrîş were sekinandin. Sê roj dem dan PDK’ê.

Sala borî di van rojan de dewleta Tirk a dagirker li xeta Şeladizê, Bamernê, Kanîmasî, Amêdiyê û Dêrelûkê dabû. A rast ji sala 2007’an û vir ve ev êrîş didome. Lê car caran ev êrîş zêdetir dibin.

Ji ber ku ev êrîş bi îddîaya li dijî baregehên gerîlayan e, warên sivîlan jî tê bomberdûmankirin. Ev tişt ji ber peymana di navbera dewleta Tirk û PDK’ê de ye. Li gorî vê peymanê wê warên sivîlan were bomberdûmankirin, rayedarên PDK’ê wê sedema bomberdûmankirinê hebûna gerîlayan nîşan bike û bi vî awayî wê gelên Başûr li hemberî gerîla hêrs bibin.

Di çarçoveya vê planê de dewleta Tirk a dagirker li herêmên Metîna, Heftanîn, Zagros, Qendîl, Xinêrê û Xakurkê li zozan û koçerên li herêmê da. Di her êrîşê de gelek sivîlên ji Başûrê Kurdistanê şehîd bûn.

LI HEMBERÎ BAREGEHÊN TIRKAN SERHILDANA ŞELADIZÊ

Herî dawîn sala 2019’an de derdora Zap û Dêrelûkê hate bomberdûmankirin. Hêvîdar Ahmed ê ku Parlementerê PDK’ê ye û berê di Rûdawê de bernameyek pêşkêş dikir, çû herêmê. Di merasîma cenaze de ji bo ku berê hêrsa gel bide Tevgera Azadiyê û gerîlayan axivî. Roja dîtir meşek hate kirin. Berê meşê dan dawiya Şeladizê qada Geliyê Blanda û xwestin Tevgera Azadiyê ya Kurdan protesto bikin. Piştî rojekê di 25’ê Hezîranê de gelê Şeladizê tevî bi hezaran kesên ji Dêralûk û Amêdiyê kom bûn û dest bi meşê kirin. Lê berevajî plansaziya PDK’ê berê xwe dan baregeha leşkerî ya Tirkan. Kesên pêşengî ji meşê re dikirin, nekarîn gotina xwe li ser gel ferz bikin. Piştî demeke kurt gel dest danî ser baregeha leşkerî û wesayîten li baregehê şewitandin. Agir bi kon û stargehan xistin. Gel derket ser tankan û diyar kirin ku Şeladizê Kurdistan e û divê dagirker ne li vir bin. Leşkerên dewleta Tirk a dagirker gule li ser gel reşand. Hin serhildêr birîndar û şehîd bûn. Ligel ku ev êrîş hate kirin jî gel berxwedana xwe domand.

PDK’Ê ZEXT KIR, 13 KES HÊ JÎ WINDA NE

Piştî serhildana gelê Şeladizê, PDK bi pey serhildêran ket. Bi sedan kes hatin destgîrkirin. Hin rojnameger jî hatin destgîrkirin. Buroyên hin televîzyonan ên li Duhokê hatin girtin. Hin kesên hatibûn destgîrkirin, piştre hatin berdan. Lê bi hinceta ku pêşengtî kirine, aqûbeta 13 kesên hatibûn destgîrkirin, hê jî ne diyar e. Gelek kes diyar dikin dibe ku ev kes teslîmî Tirkiyeyê hatine kirin.

SERHILDANA DUYEM: DAXWAZ ZELAL E

Gelê Şeladizê di 20’ê Hezîranê de dîsa serî hilda. Sedema vê serhildanê jî êrîşên dewleta Tirk bû. Kesên çûbûn seyran û ser erdên xwe hatibûn qetilkirin. Ji ber vê jî hêrsa gel zêde bû.

Dewleta Tirk a dagirker li pişt Şeladizê û li nêzî Çemçê gundekî eşîra Rêkaniyan bomberdûman kir. Ev gund ji sala 1961’ê û vir ve vala ye.

Ciwanên ku çûbûn seyranê û ser erdên xwe bûn hedef. Di du wesayîtan de çar ciwa hatin qetilkirin. Yek ji ciwanê ku hate qetilkirin, di serhildana Şeladizê ya par derketibû ser tanka Tirkan. Ev jî diyar dike ku ev ciwan bi qestî bûye hedef.

Ji ber vê jî gelê Şeladizê, Dêrelûk û Amêdiyê di 20’ê Hezîranê de cara duyem li Şeladizê kom bû. PDK ji bo pêşiya serhildanê bigire serokê eşîra Rêkaniyan Muhammed Axayê Kelhê û berpirsê xwe yê li herêmê Omerê Orê xiste dewrê. Lê gelê Şeladizê, Dêrelûk û Amediyê ji bo serhildanê li ser gotina xwe vûn. Di 20’ê Hezîranê de li Şeladizê serhildaneke din hate destpêkirin. PDK’ê ji Amêdiyê, Dêrelûk, Zaxo û Duhokê hêza asayîşê anî. Hêzên asayîşê nedixwest gel serî hilde û ji aliyê din ve jî baregeha dewleta Tirk a dagirker diparast. Hêzên asayîşê êrîşî xwepêşandanê kir. Gel di nav kolanan de serhildan domand. Bi şev jî meşiyan navenda herî mezin a PDK’ê ya li Şeladizê. Fermandarê PDK’ê yê li herêmê Omerê Kelehê telefonî malbata Barzanî kir û diyar kir ku gel ber bi navenda PDK’ê de dimeşe û dibe ku ev navend têkeve destê gel. Barzaniyan ji nûneran xwestin ku bi gel re rûnin û daxwaza wan hîn bibe. Li ser navê gel heyetek bi nûnerê PDK’ê re rûniştin û daxwazên xwe bi zelalî ragihadin.

DAXWAZ

Yek: Divê baregehên dagirker ên dewleta Tirk a li Şeladizê û Amêdiyê were girtin û li herêmê leşkerên Tirk nemîne.

Dudu: Kesên sala borî di serhildanê de hatibû girtin, divê werin berdan.

Sisê: Divê rêyên gundên Rêkaniyan were vekirin û bomberdûmana li ser herêmê were sekinandin.

PDK’Ê CIHÊ CIWANAN RAGIHAND?

Nûnerên PDK’ê ev daxwazên gel ji navendê re ragihandin. Barzaniyan diyar kirin meseleya baregeha leşkerî ne bi tenê di destê wan de ye lê ew daxwazên din qebûl dikin. Ev jî li gorî şertê ‘Divê gel nêzî PKK’ê nebe’ hate diyarkirin. Çalakgeran diyar kirin ku PKK ne li herêmê ye û bi qestî axa wan tê bomberdûmankirin. Hate diyarkirin ku ciwan dema çûne Sîdayê ev tişt ji rayedarên PDK’ê re ragihandine û xwestine ev der neyê bomberdûmankirin. PDK’ê jî gotiye ‘Temam biçin, wê ev der neyê bomberdûmankirin’ û ciwan çûne. Heyetê diyar kir ku ciwan bi qestî hatine bomberdûmankirin û ûltîmatom dan PDK’ê. Heyetê diyar kir ku heke heta sê rojan ev daxwaz pêk neyên, wê dest bi serhildaneke mezin bikin.

Di heman rojê de gundê Golka ya Metîna ya bi ser Kanîmasiyê jî hatibû bomberdûmankirin û li wê derê jî kesekî sivîl şehîd bûbû. Birayê vî ciwanê şehîd nerazîbûn nîşanî PDK’ê da. Li gorî malbata wî PDK’ê cihê vî ciwanî ji dewleta Tirk re gotiye.

PEYAMÊN ZELAL ÊN SERHILDANÊ

Rewş ev e, gel êdî bi eşkere dibêje ku PDK koordînatên erd,gund û zarokan dide balefirên şer ên artêşa Tirk.

Dema ku ev hemû tişt tên ba hev tê dîtin ku li Şeladizê, Amêdiyê, Kanîmasiyê gel li dijî dewleta Tirk a dagirker helwesta xwe zelal dike. Li hemberî PDK’ê ya ku hevkariya dewleta Tirk dike jî helwesta xwe zelal kirine. Ji ber vê jî di serhildana duyemîn a Şeladizê de daxwazên xwe bi zelalî ragihandine. Çalakgeran diyar kirine heke daxwazên wan bi cih neyê, ew ê serhildanê bidomînin.

WÊ PDK GAVEKE ÇAWA BIAVÊJE?

Helwest û daxwaza gelê Şeladizê, Amêdiyê û Dêrelûkê gelekî zelal e. Ji bo bicihanîna van daxwazan jî dem dane. PDK’ê diyar kiriye ku wan daxwaz qebûl kirine lê heta niha tu gav neavêtine. Dibe ku PDK hin daxwazan bi cih bîne, lê yek ji daxwaza sereke ya gel ev e ku baregeha dagirker a li Şeladizê were girtin. Zehmet ku PDK karibe biryarê bide ku ew baregeh ji wir were rakirin û Tirkiyeyê ji wê qadê derxe.Ji ber ku Tirkiye naxwaze ji dêra ku dagir kiriye, derkeve. Lê daxwaz neyên bicihanîn, dibe li Şêladizê bibe sedemê serhildanên nû û dibe ku ji bo derketina dagirker û hevkarên wê bibe dîroka derketina ji qadê jî...