Şehîdên Xanesorê hatin bîranîn

Li Şengalê bi meresimekî girseyî îro şehîdên Xaneserê hatin bîranîn.

Çekdarên PDK’ê bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker di 3 Adara 2017’an de bi komên çete êrîşî Xanesorê kiribû û di encama êrîşê de Rojnameger Nûjiyan Erhan, Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nazê Nayîf û 10 Şervan hatin şehîdkirin.

Li Şengalê bi meresimekî girseyî îro şehîdên Xaneserê hatin bîranîn. Di bîranînê de tevahî sazî û dezgehên civaka Êzidî amade bûn. Di meresime de wêneyên şehîdan hatin hildan û bêbextiya PDK’ê hate şermezarkirin.

Di meresima bîranînê de axaftin hatin kirin. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Dayika Şehîd Şoreş, Meyan axivî û di despêka axaftina xwe de tevahî Şehîdên ferman û Şehîdên Xanesorê bîranî. Dayê Meyan bal kişand li ser bêbextiya PDK’ê ya li dijî gelê Kurd û wiha got: “Hêzên ku em di fermanê de neparastin û pişta xwe dan me tu carê nikare me biparêze. Hûn nikarin me biparêzin lê bêbextiyê li me nekin. Ji derveyî Rêber Apo kesek ji bo Êzidiyan li ser gotinên xwe nesekinî. Rêber Apo di nava girtigehê de xwe gihande me.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Kinê Xidir jî axivî. Xidir diyar kir ku PDK bi bêbextiya li dijî Kurdan, bû sedemê komkujiya civaka me û ev tişt got: “Çekdarên PDK’ê di sala 2017’an de bi heman hişmendiya DAIŞ’ê ya sala 2014’an de êrîşî civaka me kir. PDK’ê bêbextî li tevhiya gelê Êzidî kir. PDK’ê bi rûyê xwe yê reş berê çeteyên xwe da li ser Xanesorê.”

Xidir di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Em dizanin û agahiyê me ji planên we heye. Em rê nadin ku kesên îxanetkar vegerin Şengalê, divê gelê me timî li dijî van planan hişiyar be. Pêwsîte em bi tu awayî rê nedin kesên îxanetkar ku lingê xwe bavêjin Şengalê.”

Piştre, li ser navê Rêvberiya Xweser a Şengal Xelîl Hecî jî axivî û wiha got: “Gelê me destpêkê xwe li Xanesorê birêxistin kir. Pergala Xweseriya Demokratîk cara pêşî li vir pêş ket. Pergala li Xaneserê pêşengî ji tevahiya herêmê re kir.”

Di dawiya axaftina xwe de Hecî, wiha got: “Di dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de ê ku beriya herî kesî li Êzdiyan xwedî derket û bi hawara gel ve hat, gelê me yê Rojava bû , ji bo ku vê dostaniya me û gelê me yê Rojava têk bibin, bi navê Pêşmergeyên Roj êrîşî ser Xanesorê kirin. Belge hene ku di nava van komên çete de, MÎT’a Trik û kesên ku di dema fermanê de piştgirî dabûn DAÎŞ’ê û êrîşî ser gelê me kiribûn di nava wan de hebûn. Em weke gelê Şengalê xwedî hêz û vinin, em nahêlin ku îxanetkar lingên xwe bavêjin ser axa pîroz.”

Piştî axaftinan sînevizyona li ser cangoriyan hate temaşe kirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.