Şehîdên Meha Gulanê li Kerkûkê hatin bibîranîn

Li bajarê Kerkûkê Leyla Qasim, Şîrîn Elemhûlî û şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.

Li Navenda Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK)’ê ya Kerkûkê Leyla Qasim, Şîrîn Elemhûlî û şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.

Di bîranîna bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, daxuyaniyek hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 10. salvegera şehîdbûna Şîrîn Elemhûlî, 46. salvegera şehîdbûna Leyla Qasim, 28. salvegera şehîdbûna Hozan Mizgîn û 23. salvegera şehîdên Komkujiya Hewlêrê de em li hember şehîdan bi rêz serê xwe ditewînin. Di kesayeta van qehremanan de em tevahî şehîdan bi bîr tînin.”