Şehîdên Cûdî li Mexmûrê hatin bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 6 gerîlayên azadiyê yên li çiyayê Cûdî şehîd bûn, hatin bîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 6 gerîlayên azadiyê ku li çiyayê Cûdî di encama êrîşên dewleta Tirk a faşîst de şehîd bûbûn bi merasîmekê hatin bîranîn. Di şexsê her şeş lehengan de ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. piştî rêzgirtinê nasnameya şehîd Amara Rûbar û Şehîd Rûken Gabar hat xwendin, her wiha li ser navê xelkê wargehê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Pakîstan Bîlen axivî û da zanîn ku pêwîste xelkê wargeha Mexmûr bi sekin û vîna xwe xwedî li şehîdên xwe derbikevin.

Pakîstan Bîlen di axaftina xwe de şehîd Amara Rûbar, Şehîd Rûken Gabar û her çar hevalên wan bi bîr anî û wiha got: “Li her cihê ku Kurd lê dijîn girtin, kuştin û hemû cûrên êrîşên hovane yên dijmin li ser gel tê pêkanîn. Bê gûman li hemberî vê jî gelê Kurd berxwedanek bêhempa dimeşîne. Divê em bizanibin ku ya bingehîn ev sedsala 21’an ya ku em dibêjin sedsala gelê Kurd e. Em wek gelê Kurd di wê ferqê de ne ku dewleta Tirk û dewletên hegemon dixwazin vê sedsalê carek din vegerînin sedsalên derbazbûyî. Ji ber wê ev tecrîda ku niha li ser Rêbertiya me tê meşandin giran dikin, her wiha li serê çiyayên Kurdistanê jî li hemberî hemû cûre teknîka heyî bombebaran ku li ser wan tê kirin sedemê xwe yê esas ji viyaye. Îro em dibînin li her cihekî di aliyê fîzîkî, çand, siyasî û bi her awayî êrîş li ser gelê me tê meşandin û gelê me bi qirkirinan re rû bi rû dimînin.”

Her wiha li ser navê malbata Şehîd Rûken Gabar, Beşîr Gûngen axivî û diyar kir ku şehîd Rûken ne şehîda malbatê tenê ye, ya tevahî gelê Kurd e û got: “Şehîd Rûken xwişka we tevane serê hevalên wê, gelê Kurd û tevahî gelê amade saxbe.”

Ehemd Kapar ku bavê Şehîd Amara Rûbar e, axivî û da zanîn ku ew bi şehîdên xwe serbilindin û wiha pêde çû: “Em ne îro nû şehadetan dibînin ku em pê xemgîn bibin, ji destpêkê heta roja me ya îro dîroka me dagirtiye ji şehîdan, em weke malbat ev 35 salin em di nava vê tekoşînê de ne, me zarokên xwe perwerdekirin ji bo vê tekoşînê, zarokên me bi me bûn Kurd çawa ku zarokên me gotinên me pêkanîn, em ê jî heta dawiyê gotinên zarokên xwe pêkbînin. Bila dagirker û xayîn bizanibin em bi şahadetê xemgîn nabin, em gav paşde na avêjin, berovajî wê em ê li hemberî dagirkeran li berxwe bidin heta ku em tola xwe nehildin em nasekinin.”

Her wiha dayika Şehîd Amara, Taybet Kapar jî bi van gotinan girêdanbûna xwe ya bi şehîdan û Abdullah Ocalan re anî ziman: “Divê em ala ku şehîdan ya di nîvî de hîştîn bilind bikin, heta dawiyê em ê li ser xeta şehîdan bin, li ser fikir û felsefeya Rêbertî bimeşin. Li kuderê dibe bila bibe dijmin her tim dijmine ji bo wê jî divê em li Serokatî û Şehîdên xwe xwedî derbikevin, hûn hemû bixêr hatin.”

Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.