Şehîdên berxwedana xwerêveberiyê li Hezexê hatin bîranîn

Berxwedêrên 16'ê Sibata 2016'an li Hezexê di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûn hatin bîranîn.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, bi wesîleya salvegera berxwedana xwerêveberiyê ya 16'ê Sibata 2016'an, berxwedêrên jiyana xwe ji dest dan li rêxistina HDP'ê ya navçeyê hatin bîranîn.

Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Sebahattîn Denîz diyar kir ku di dema qedexeyê de gelek kesî jiyana xwe ji dest dan û gelek avahî hatin xerakirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş jî bal kişand ser 'Plana têkbirinê' ku di civîna MGK'ê de hate amadekirin û anî ziman ku êriş li dijî destketiyên gelê Kurd hate kirin.

Ozguneş got, "Gelê Kurd dixwaze ku xwe bi xwe bi rê ve bibe, nasname û azadiya xwe dixwaze. Ne tenê ji bo xwe ji bo gelan hemûyan vê dixwaze."

Di civîna bîranînê de sînevîzyonek jî hate nîşandan.