BI DÎMEN

‘Şehîd Sadûn Mîrza ji malbata me hemûyan bû’

Endam û rêvebirên saziyên gel ên Şengalê diyar kirin ku şehîd Sadûn ji YBŞ’ê heta xebatên meclîsên gel xwedî kedeke mezin e û gotin: "Şehîd Sadûn ji malbata me hemûyan bû. Em ê tola şehîd Sadûn hilînin em vê ji dijmin re nahêlin."

Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan Sadûn Mîrza Elî di 21’ê Sibatê de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Şengalê şehîd bû û bi merasîmeke girseyî li Goristana Çiyayê Şengalê hat veşartin. Sadûn Mîrza Elî di Fermana 2014’an de tevlî hêzên parastina Şengalê bibû û di nav 10 salên dawî de ji qada parastinê heya xebatên meclîsa gel di gelek qadan de xwedî ked û têkoşînê bû. Gelê Şengalê ku xwedî li şehîdê xwe derket wê sozê da ku wê li ber êrîşan tu carî serî netewîne û tola şehîd Sadûn Mîrza ji dijmin hilîne.

Endamê Meclîsa Gel a Guhbelê Elî Xêrî diyar kir ku civaka Êzidî çendîn şehîd bide jî wê tu carî dest ji doza xwe bernede û got: “Dewleta Tirk dibêje, ‘Ez li PKK’ê didim’ lê ya rast dewleta Tirk lazim e bêje ez li Şengalê didim da ku civaka Êzidî tune bikim. Dewleta Tirk êrîşî kesên ku di Fermana 2014’an de civaka xwe parastine dike. Em wekî ciwanên Şengalê amade ne ku bersiva herî tund bidin dagirkeran. Dema ciwanek şehîd dikeve em bi sedan ciwan xwe amade dikin ku şûna wî şehîdî bigirin.’’

‘ŞEHÎDÊN ME NEHIŞTIN PLANÊN LI SER ŞENGALÊ PÊK BÊN’

Elî Xêrî bal kişand ser hewldanên rojevkirina Peymana 9’ê Cotmehê jî û ev peyam da: “Dewleta Tirk a dagirker, Iraq û malbata Barzanî dixwazin peymanê pêk bînin, şehîdên me rê nedan ku ev peyman pêk were. Yên ku di fermanê de em firotin tu carî cihê wan li Şengalê çênabe. Heya Êzidiyek bimîne 9’ê Cotmehê pêk nayê.’’

‘IRAQ RÊ LI BER ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK VEDIKE’

Dayika bi navê Welat Cano got ku Sadûn Mîrza Elî teta roja şehadetê jî di ber axa Şengalê de têkoşîn kiriye û wiha axivî: ‘’Balafirên dewleta Tirk di ser asîmanê Iraqê re tên, zarokên Êzidî li ber derê malê wan şehîd dixe. Em Iraqê jî şermezar dikin ku rê li ber van êrîşan vedike. Em vê tiştê ji Iraqê re jî ji dewleta Tirk re jî qebûl nakin. Ew zarokên me şeref û axa me diparêzin. Dewlet hemû dizanin ev zarokên me yên Êzidî ne. Hestiyên şehîdên fermanê hê jî li Bexdayê ne, teslîmî me nekirine.’’

Welat Cano bi bîr xist ku birayê Sadûn Mîrza jî di ber axa Şengalê de şehîd ketibû û helwesta civaka Êzidî wiha anî ziman: “Em çend şehîdan jî bidin em ê xurtir bibin. Em ê li ber dijminê xwe bisekinin û em ê bersiva wan bidin.”

‘EM Ê TOLA ŞEHÎD SADÛN HILÎNIN’

Endamê Meclîsa Gel a Xanesorê Ûsiv Cûan jî anî ziman ku Sadûn Mîrza ji fermanê heya roja şehadetê ji bo civaka xwe kar û xebatê meşandiye û wiha got: “Nêzî 3 salan di YBŞ’ê de parastina civaka xwe kir, xebatên meclîsa gel kir, herî dawî jî ji bo malbatên şehîdan kar û xebat dimeşand. Birayê wî Genco jî şehîd ketibû. Ew bi xwe jî ji malbateke şehîdan bû. Şehîd Sadûn ji malbata me hemûyan bû, me hemû wî baş nas dikir. Em ê tola şehîd Sadûn hilînin û em vê ji dijmin re nahêlin.”