Şehîd Nûjiyan di 8'emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn

Rojnamevan Nûjiyan Erhan ku di 3’yê Adara 2017’an de li Xanesora Şengalê di encama êrîşa çekdarên PDK’ê de birîndar bibû û piştre şehîd bibû, li ser gora xwe hate bibîranîn.

Rojnamevan Nûjiyan Erhan 3’yê Adara 2017’an di encama êrîşa çeteyên Roj ên ser bi PDK’ê ya li hember civaka Êzidî, li ser rêya navbera Sinûn û Xanesorê de hate suîkast kirin û bi giranî birîndar bibû. Nûjiyan Erhan di 22’yê Adara 2017’an de şehîd bû. Ji ber keda wê ya ji bo civaka Êzidî li goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a Şengalê hate veşartin.

Şehîd Nûjiyan di 8’emîn salvegera şehadeta xwe de, ji aliyê rojnamevanên Şengalê û endamên TAJÊ’ê ve li ser gora xwe hate bibîranîn. Şopdarên xeta Nûjiyan û dayikên Şengalî gul birin ser gora şehîd Nûjiyan û bi daxuyaniyekê şehîd Nûjiyan bi bîr anîn.

Li ser navê ragihandina azad a jinên Êzidî Bêrîvan Çiya di bîranînê de axivî û diyar kir ku şehîd Nûjiyan yek ji rojnamevanûn ku di dema fermanê de xwe ji çiyayên azad berda Şengalê bû û got: "Şehîd Nûjiyan ji bo rastiya civaka me û dayikên Êzidî bide xuyakirin bêtirs berê xwe da Şengalê. Di wê demê de gelek zehmetî hebûn, lê ev ji bo şehîd Nûjiyan nebûna astengî û xwe gihand Şengalê. Yek ji hedefên wê yê esasî ew bû ku jinên Êzidî li Şengalê ragihandina ava bikin. Em wek rojnamevanên jin li ser xeta şehîd Nûjiyan dimeşin."

Bêrîvan Çiya wiha berdewam kir: "Di dîrokê de gelek ferman hatine serê me lê tu ferman wek a sala 2014'an di cîhanê de nehatiya  naskirin. Bi saya şehîd Nûjiyan û hevrên wê hate naskirin. Şehîd Nûjiyan ne tenê di meşandina karê çapemeniyê de xwe di her tiştekî berpirsiyar didît. Ew bi jin û civaka Êzidî re dibû alîkar. Niha li Şengalê bi dehan dayikan navê Nûjiyan li keçên xwe kirine. Îro li Şengalê bi dehan jinên ciwan ên Êzidî kamera û pênûsa şehîd Nûjiyan hilgirtine û li ser xeta wê kar û xebatên xwe berdewam dikin."

Piştre li ser navê TAJÊ'yê Berfê Eliyas axivî. Berfê Eliyas di şexsê şehîd Nûjiyan de tevahiya şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û anî ziman ku şehîd Nûjiyan keça vê civakê bû û got, "Şehîd Nûjiyan ji bo civaka me canê xwe feda kir. Em wê mîna   yek ji civaka xwe dibînin û ji malbata wê re dibêjin bila dilê we rehet be, em şehîd Nûjiyan ji bîr nakin."

Bîranîn bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.