Şehîd Navda Dînç hat oxirkirin

Navda Dînç ya ku li Gewerê di şerê ku dema berxwedana xwe rêveberiyê de derketibû şehîd bûbû, li navçeya Rezanê hat oxirkirin.

Endama YPS- Jin Navda Dînç (Bêrîtan Amed Evren) di pêvajoya berxwedana xwe rêveberiyê ya sala 2016’an de li navçeya Gewer a Colemêrgê di şerekê de şehîd bûbû û cenazeya wê li goristana bêkesan a li Erzerûmê hatibû veşartin. Cenazeya Dînç piştî 5 salan û zelalbûna hevgirtina testa DNA’yê 11’ê Mijdarê ji aliyê malbata wê ve hat standin.

Piştî pêkanîna rê û resmên olî cenazeya Dînç li Goristana Yenîkoy a li navçeya Rezanê hat oxirkirin.

SERSAXÎ TÊN QEBÛLKIRIN

Malbatê li Mala Şînê ya Dîcle ya li navçeya Rezanê sersaxî qebûl kirin. Endamên Saziya Malbatên Xizmên xwe Windakirinî û Piştewaniyê ya Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER),  endam û rêveberên bajêr û navçeyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û endamên Saziya Alîkarî û Piştewaniyê ya bi Malbatên Girtî û Cezaxwariyan (TÛHAY-DER) îro serdanê merasîma sersaxiyê ya ji bo Dînç kirin û sersaxî xwestin.