Şehîd Egîd ji bo ku xwe bigihîne Rêbertî tu astengî nas nekirin

Ew ji bo ku xwe bigihîne Rêbertî û xeyalên Rêbertî tu astengî nas nekirin û tu carî dev ji vê yekê jî berneda. Weke guleyekê bi lez û bêyî ku astengiyan nas bike, jiya.

Ji bo bîranîna Şehîd Egîd (Osman Kiliç)

Mirov bi kiryarên xwe li vê dinyayê nemir dibin û tim dijîn. Ev mirovên şophiştî nîşaneya hêvî û baweriyê ne, di her şert û mercên dijwar de jî têkçûnê nas nakin. Rasttirîn mirin e Têkçûn û sekinin ji bo wan.

Carna bi hesineke biçûk kolandina tuneleke 80 metreyî, carna  tevî astengiyên weke bi sedan kamerayên termal û carna jî tevî astengiyên balafirên keşfê û di nava her şert û mercên dijwar de bêyî rawestan, ketina nava dijmin û xistina dijmin ji xwe re dikin tekane armanc.

Ew bawerî ne, hêvî ne û  serketin in. Ew navên hezkirin, evîn, kelecan û azweriya jiyanê ne. Ew rastiyên dilsoziya ji îdeolojî û Rêbertî ne.

Dilsoziya bi evînê û daxwaza xwegihandinê di her şert û mercan de rêya mirovan nîşanî mirovan dide. Ew ji wî fêr bûne  her cure astengî bi evîn û dilsoziyê dikarin werin derbaskirin. Ew ji betonê hez nakin, wan aciz dike lê belê nikare wan bisekinîne. Ew ji axê hez dikin, çimkî dizanin ku gava mirov ji axê dûr dikeve, ji rastiya xwe dûr dikeve. Bi israr û azweriyeke mezin li ber xwe didin û xwe digihînin axê ku bibin xwe û bigihîjin rastiya xwe.

Ji bo wan xweşiktirîn nemirî di kêliya pevçûnekê de vejîn e, jiyîn e û hembêzkirina dar û axê ye. Pê dihesin ku aha di wê kêliyê wê rastî bibe heqîqet û heqîqetê bigihîjinin rastiyê.

Xak ruhê wî ye. Ew dildarê Yado ye. Nasên wî ji wî re dibêjin Yado. Yado li  ser xaka wî efsaneyek e. Yado dijderketina zilmê ye, raperîn e dilsoziya ji xakê re ye. Her çend hin kes jê re dibêjin rêbir jî, Yado leheng e.

Ew li ser xaka ku çîrokên lehengan tim tên bihîstin, ji dayik dibe. Zarokê Çewlîk ê leheng, bi çîrokên Xeyrî û Harûnan hinî jiyanê dibe û dibe şopdarê rêya wan.

Hemî xof û ezameta Çiyayên Bandozan di bejn û bala xwe de dihûnin. Bi hêz e, wêrek e û dilêr e. Dijmin li ku be, ew tim li pêşiya wan e.

Dixwaze weke guleyekê bijî, dixwaze weke guleyekê tu astengiyan nas neke…

Ev zarokê Bandozan hestiyar e, û gava nav û dengê Rêbertî dibihîze, rondik ji çavên wî dibarin û dibêje; ‘Em dîsa layiqî Rêbertî nebûn.’ Carnan bi dengekî bilind, carnan jî bêdeng lê belê ew dizanin ku wê rojekê rêyeke layiqbûnê bibînin.

Dema ku li eyaleta Erziromê weke komeke çalakiyê ya  zivistanê li derve tê hiştin, dibêje; ‘ Sekinîn ji bo min mirin e.’ Û dibêje; ‘Li vir hedef tune, nexwe hedef li ku be em herin wir.’ Û bi koma xwe re derbasî Stenbolê dibe. Dema ku şert û mercên çalakiyê dinirxîne, li gel koma xwe tê girtin.

Dibêje; ‘Gerek wisa nebûya, hewce ye em bi her awayî soza ku me dayî Rêbertî bi cih bînin.’

Sekinîn bi tu awayî li wî nedihat. Sekinîn û deqeyek be jî jiyanan bêyî têkoşîn, îxanet  bû. Sekinîn; belavbûn, piştbadana xwe, hevalên xwe û tekoşîna xwe... Ev qebûlkirina mirinê ye, qebûlkirina semewqiyê ye. Ew qet nesekinî.

Bi kenê xwe yê rewnaq hesinê di destê xwe de yê 30 santîmetrîyî  nîşan da û got; ‘ Min dît. Min rêya ku me bigihîne Rêbertî dît.’ Tevî kesî tiştek jê fêm nekiribe jî, çawa ku hesin digihişt axê û bi demê re kin dibû û ezameta hesinê kinik dihat fêmkirin.

Baş e merîfet û zanîn di hesinî de bûn? Na.rasttirîn merîfet û zanîn eşq û ruhê Rêbertî bû. Aha wê eşq û ruhê bêyî sekin ew hesinê kinik heland. Dema ku tunela 80 metreyî qediya, ji hesinê kinik tenê perçeyeke 2 santîmetreyî  mabû. Û niha li şûna dîwarên girtîgehan, asîmaneke bêdawî hebû.

Bi şidiyayî ax hembêz kir, ramûsand, bêhna wê kişand û çavên wî dibiriqîn. Ji ber kêmasiya rêxistinbûna derve dîsa hatibûn girtin. Lê belê tu caran bê hêvî nebû û reşbîn nebû germa dilê wî tim di çavên wî de dibiriqî. Hêvî û heyecana xwegihandina axê tim hebû.

Got; ‘Sekinîn tune ye, nabe ku vê carê xeta hebe û bi hemû hêza xwe dest bi lêgerîna rêyeke nû kir. Sekinîn tunekirina hêviyê bû, teslîmbûna ji dijminî re bû. Hêvî û xwestek hebe, tim rêyek nû heye. Gotina, rê hatiye dîtin, hêvî rast e û astengî tune ne, bibû mezintirîn rastiya jiyanê. Dema şerkirina li hemberî dijmin bû. Divê êdî dem ji bo wî biherike û strana xwe ji bo wî bistrîne.

Tam li navenda Heyva Zêrîn li Zagrosan bû. Hespê xwe bi coş û çargavî diajot, li her derê li ber xwe dida şerê xwe dikir, li herî pêşiyê û çavnetirs bû.

Digot bila vê carê dîrok çîroka lehengên ku nasekinîn bi tîpên zêrîn binivîse. Li ku şer hebe, ew li wir bû.

Ew ji bo ku xwe bigihîne Rêbertî û xeyalên Rêbertî tu astengî li pêşiya xwe nedîtin û tu carî dev ji vê yekê jî berneda. Weke guleyekê bi lez û bêyî astengiyan jiya.’

Em ê bişirîna wî ya ku gelekî li bejn û bala wî dihat, biryardarî û eşqa wî ya ji bo Rêbertî tim bi bîr bînin. Ez bi hezkirin bi bîr tînim.